Şan û rûmeta Pêşmerge mezintir be
PARTIYA DEMOKRATA KURDISTANÊ TIRKIYA PÊŞWAZÎ LI PÊŞMERGE KIR
Beşek ji me li Xebûr berdengî Pêşmerge bûn da em wa pêşwazî bikin. Serokê bajarê Şirnex yê PDKT Mehmet Bîlîr di derbara hatina Pêşmerge de li deriyê xabûr rawestiya bûn li wir bi Rûdawê re di haqê hatina pêşmergeyan de fikrû ramanê xwe anî ziman. Û heta sibehê li wir bûn.
Beşek din ji PDKT li Sîlopî heta sibehê li berdengî Pêşmerge rawestî bûn,dema peşmerge derbasî Bakûr bûn li gel qonvoya pêmerge hatin Nisêbînê. Em beşekî din jî bi girseyekî mezin li ser rêya milê cizîrê li keviya bajarê Nisêbînê bi def û zirnê bi govend û dîlan li berdengî bûn Dema ko refê Pêşmerge ber bi me hat bi lîlelîlîyan ji bal beşên me va me yeko yeko ew pêşwazî kirin û gûlê sor dana destên Pêşmerge.
Wan jî kêfxweşî û pozisyonên serkeftinê didana nîşandan. Em ketin nava qonvoya Pêşmerge ji îzdîham û hestên bi berz yên gel, incax 2 saetan ji Nisêbîn bi zor derketin. Em û Pêşmerge li kêleka hevûdû di qonvoyê de hatin heta sêryana Mêrdîn/ Qoser û Nisêbînê, li wir û gelek ciyan di rêde qonvoya me ji rex miletên li ser rê rawestandin, rê liber me dihate xitimandin, seranserê rê cenderme di keviyên rêde, di sengeran de cîh girtibûn.
Li sêryana Mêrdînê polîsan rê li ber me girt berê me dana Mêrdînê û Pêşmerge ji me qetandin Lê îzdîhama li qoserê girseyeke zêdetir hebû. Di virde tiştên ez gelekî pê kêfxweş bûm eveya bû ko ew miletê Kurd ko di çû newrozê û derdiketa xwepêşandana hemî derketibûne ser rêyan û peşwaziyên gerim li Pêşmerge dikirin û digotin”bijî Pêşmerge bijî kûrdistan û bijî yekîtiya Kurda”.
Ev hemî dibin ala Kûrdistanê de rû didan, ji Pêşmerge re ramûsan û silav dişandin him di lîliyandin û him jî ji kêfa digiriyan, dia ji Pêşmerge re dikirin. Bi piranî di destê milet de Ala Kûrdistanê hebû, li hinek ciyan jî fîlameyên PKK’ê hebûn.Li dû an sê ciyan kesên ko wênayê Ocalan hildabûn jî digotin “bijî Barzanî, bijî Pêşmerge. bijî Kurdû Kurdistan”
Bi rastî jî dîmenên gelek bi hestewarî çêdibûn.Ev cara yek emîne ko li ser pêşniyara Serokê herêmê berêz Mesûd Barzanî, bi îradaya perlemana dewleta federe a kurdistanê artêşa bi navê Kurdistanê derdikevê derveyê welatê xwe û di nava axa ko dibin bandora hikûmraniya dagirkeran deye derbasî nava şarê dijminekî xwe dibû, ev tiştekî nûye, gelekî balkêşe. Li gorî baweriyê me êdî bi vê hatina Pêşmerge ko di rêka Bakûrê Kurdistanê re derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin da şerê mafê xwe bi DAÎŞ’a terorîst re bikin. Di nava parçayê Kurdistaniyan de sînor û hudut êdî bê wate bûye. Ev jî rêya serxwebûna dewleta Kurdistana mezin misoger dike.
NAXWE:
Ji van dîmanan tête fahm kirin ko mîletê Kurd çiqasî di kolanan de û di qadê Newrozê de bibêjê “bijî serok Apo –PKK” lê ew bi xwe di vê bahweriyê de ye ko di van rûdan û xwepşandanan de, da nîşandan koêew doza dewletbûnê dike.
Di fikr û ramanên wan de neteweyî û dewletbûyîn heye. Ew girseyê gel ne PKK- APO’yîne, ew Kurd û kurdistanîne pêvîste rastiya meselê ji milet re bête gotin û milet di doza dewletbûyîna Kurdistanê de şahreza bibê û bi rêxistineke neteweperwerî bi cî bibê, eve ya jî barê konevanên Kurda bixwe ye.Hinek tiştên din jî derdikevê holê ko ew jî eveya ye, miletê Kurd di fikrû ramanên xwe de yekîtiya neteweyî çêkiriya û dewletbûyîna xwe dixwazê, ew di hiş û çalakiyên xwede kurdiyetî yê dikê. Pêşwaziya Pêşmerge da zanîn ko ew ne girêdayî yên bi kesayetan re ye. Ew ne mirîdê hinekaye, Ew bi doza mafê netewa xwe ve girêdayî ye lê em konevanên Kurd li ser gele xwe ti xebat û kedê nakin bes me gotiye ew mirîdin xeletiya me a herî mezin belkî jî eve.
Lewra hat diyarkirin ko gel dema ko bi îrada xwe bilivê ew bes netewî ye,û Kurdistaniya bila herkes vê bizanibê.em hêvîdarin ji xwedayê mezin ko şan û rûmeta Pêşmerge mezintir bibê ew bi gihê qada serkeftinê di dîrokê de navê xwe bi leheng ûbi wesifdariyeke bilind bide nivîsandin. Lewra di dîroka Pêmergeyên Kurdistanê de ev rûdan gelek caran çêbûne ma xwedê ko ev serkeftin û mêrxasî careke din rûbidê.
30.10.2014
Bijî Pêşmerge
Bijî Kurd û Kurdistan
Bijî Kurdistanî
Bijî serxwebûn
PARTIYA DEMOKRATA KURDISTANÊ TIRKIYA(PDKT)
Serokê Giştî
Mehmet Emîn KARDAŞ