Cîhan

Şampiyonê Ewrupayê îşev diyar dibe

Şampiyoniya Euro 2012 a Futbolê, îşev bi dawî dibe. Îşev saet di 21.45 an de (li gorî saeta Tirkiyê), li paytexta Ukrayna Kievê, Îtalya û Spanya bi hev re dike derkevine pêşbirka şampiyoniyê. Di şampiyoniya ku nêzika mehekê ye dewam dike de, Îtalyayê di pêşbirka nîvfînalê de Almanya 2 û 1 têk biribû û xwe gihandibû fînalê. Spanyayê jî, pêşbirka nîvfînalê bi Portekîz re lîstibû. Di encama wê pêşbirkê de, Spanyayê 4 û 2 qezenc kiribû û navê xwe li fînalê nivîsandibû.

 

Back to top button