Leyla Zana naveroka hevdîtinê eşkere kir

Duh, Parlementera Serbixwe a Amedê Leyla Zana, hevdîtina ku ji aliyê rayagiştî ve bi meraq dihat şopandin a bi Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re, îro seet di 11.00 an de bi civîneke çapemeniyê ji rayagiştî re eşkere kir.
Leyla Zana anî ziman ku, hevdîtin, di nêvengeke nazik de derbas bûye. Got, ne girînge ku hevdîtin di navbera kê de derbas bûye, a girîng ew e ku hevdîtin, bi encamên xwe peywira xwe a dîrokî bicih bîne. Daxuyaniya Leyla Zana wiha bû:
Ziman : Ti gel, pera nade û zimanê xwe yê dayikê fêr nabe. Em dersên bijarte girîng dibînin lê lazime perwerdehiya bi zimanê zikmakî were kirin.
Ocalan : Dewleta ku karibû cezayê dardakirinê rake, kare îradeya xwe nîşan bide û birêz Ocalan bigire hepsa malê.
Operasyon: Ti bangawazî û daxwazên derî rastiyê hemberiyê nagire. Bila çek werine berdan operasyonên biqedin, ne daxwazeke rastîn e.
Aşîtî : Ji bo aşîtiyê, pêdivî bi xebatên hevkar heye. Siyasetên ewlekariyê heta niha ti encam negirt. Rêya ku nehatiye ceribandin, muzakereyên karibin werine dewam kirin in. Bila pêvajoya Osloyê nûve destpê bike.
Roboskî : Komkujiya Roboskiyê û girtin û binçavkirinên di bin navê KCKê de, birîna me a vekirî bi xwîn dike. Ji bo dewletekê ji hemwelatêyê xwe lêborîn xwestin bila wek qelsiyek neyê dîtin. Lazime dewlet ji gelê xwe lêborînê bixwaze.
Parlementera Amedê Leyla Zana, dîsa îfade kir ku, serokwezîr bi awakî samîmî heta dawiyê gotinên wê guhdarî kirine û ji bo dîyalogê helwesta xwe a samîmî nîşan daye.