Polîtîk

Şahê Urdinê pîrozbahiya Nêçîrvan Barzanî dike

Şahê Urdinê, Şah Ebdullahê Duyem bi nameyekê pîrozbahî li Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Şah Ebdullahê Duyem di nameya xwe ya pîrozbahiyê de dibêje: “Tevî nîşandana hêviyên xwe yên dilsozane bo serkeftina we di vê erkê nû de, tekezî li ser xwesteka Urdinê ji bo pêşxistin û avêtina pêngavan bo peywnediyên me yên birayane dikim.”

Di beşeke din a nameya xwe de Şahê Urdinê dibêje: “Cihê keyfxweşiyê ye ku hestê xwe yê herî bilind bo pîrozbayîkirina li birayê xwe yê ezîz tînim ziman, ji ber vê baweriya ku Parlamentoya Kurdistanê bi hilbijartina we weke Serokê Herêmê, daye we.”

Di dawiya nameya xwe de, Şah Ebdullah “hêviya pêşketin û bêtir geşekirinê” ji Nêçîrvan Barzanî re dixwaze.

 

 

 

Back to top button