Şahê Urdinê pêşwaziya Serok Barzanî kir
Li çarçêweya serdana Serok Barzanî ya li Şahnişîna Urdinê ku li ser vexwendineke fermî ya Şahê Urdinê hate encamdan, êvariya roja yekşemê 27.01.2019 Şah Abdullah Padşahê Urdinê li Koşka Huseyniye ya li Ammana paytexta Urdinê pêşwaziya Serok Mesûd Barzanî û şanda li gel kir ku ji Hoşyar Zêbarî Endamê Mekteba Siyasî û Elî Husên Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de ku Emîr Feysel Bin Husên birayê Padşahê Urdinê û Şêwirmendê Şah û Serokê Nivîsîngeha Şahane û Serok Erkanê Hevbeş û Birêveberê Hewalgiriya Urdinê amade bûn, rewşa siyasî û guhertinên dawî ya navçeyê guftûgo kirin.
Li beşekî dinê vê civînê de ronahî xistin li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Şahnişîna Urdinê û her wiha peywendiyên Herêma Kurdistanê û Urdin û Iraqê û tekez li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera her dû aliyan kirin.
Hevkarî û hemahengiya ji bo aramî û pêşketin û asayîşa navçeyê û rûbirûbûna teror û tundiyê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.
Li vê serdana Serok Barzanî de şîvek li ser şerefa Serok Barzanî ji aliyê Şahê Urdinê ve hate rêkxistin.