Polîtîk

Şahciwanên Emazîxî bi ala Kurdistanê hatin xelat kirin

Li dîroka Emazîxiyan de yekemîm care rêwresmeke şahciwanan li bajarê Egadîr ya li başûrê welat birêve çû û hejmarek ji keçên vê neteweyê têda beşdarî kirin.

Li rêwresmê de ji bo rêzgirtina li Esma Sere, ku bû şahciwan wekî diyarî ala pîroza Kurdistanê pêşkêşî wê kirin û ji aliyê amadebûyan ve xweşhalbûn bi wê yekê ku Kurd û ala Kurdistanê li vê helkefta Emazîxiyan amade bûne û hêviya peywendiyên zêdetir ji bo her dû aliyan xwest.

Ji aliyê xwe ve navbihurî gelek xweşhal bû bi pêdana ala Kurdistanê û her wiha bi destxistina pileya yekem ku eve yekemîn care li dîroka wan de ev pêşbirkê ya jinan li Emazîx birêve diçê û 10 keç pêşbaziya bi destxistina nasnavê şahciwaniyê dikir ku cemawerekî zêde jî têda amade bûn.

Li daxuyaniyek de ji bo ajansên nûçeyan şahciwana 2014 ê Emazîxiyan balkişand li ser wê yekê ku li paşarojê de palpiştiya çendîn projeyên xêrxwazî dike bi taybetî ji bo kêmendaman û jinebî û zarokên sêwî. 

Her wiha hêjayî gotinêye ev pêşbirkê ji aliyê medya ve bi girîngî hate şopandin û Emazîxî bi mebesta beşdarî û temaşekirinê ji gelek bajarên Maroko serdana bajarê Egadîr kirin.

Back to top button