Kultur

Şahciwana Asya yê li Hewlêrê hildibjêrin

Birêveberê Giştî yê Kompanya Babillion ragihand ji bo sala 2014 hewl didin Şahciwana kişwerê Asya li bajarê Hewlêrê bê hilbijartin. Ji bo vê mebestê jî dest bi hengavên encamdana vê karê kiriye.

Selwan Cemîl Birêveberê Kompanya Babillion ya karê hunerî ragihandiye ji niha ve kar dikin ku pêşbirkêya Şahciwaniya 2014 ya kişwerê Asya li bajarê Hewlêrê bê encamdan û dest bi hengavên vê yekê kirine û got: Her li wê hilbijartinê da Şahciwana Kurdistanê diçe nav pêşbirkê û ew jî wekî Şahciwana yek ji wan welatên Asya beşdarî têde dike.

Li Herêma Kurdistanê dû sal Şahciwan hatiye hilbijartin û sala 2012 Şênê Ezîz û sala 2013 jî Fênik Mihemed bûye Şahciwana Kurdistanê.

Back to top button