Rusya pişgiriya Kurdistnê dike
Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî seredana Rûsya kir û li gel wezîrê derve yê Rusya Sergey Lavrov hevdîtinek pêk anî. Piştî hevdîtinê herdu wezîrên civînekê çapemeniyê lidarxistin.Wezîrê Derve yê Rûsyayê ragihand, ku helwesta Rûsyayê ya li hember giştpirsiya Herêma Kurdistanê nehatiye guhertin, Moskow rêzê ji daxwazên gelê Kurdistanê re digre.Lavrov got ku ew pişta xwe nadin kurda û konsulusxaneya Hewlêrê jî nagirin.Sergey Lavrov herwiha daxwaz kir, ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi riya guftugoyan û bi beşdarbûna hemû pêkhateyan werin çareserkirin.Derbarê paşeroja karên kompanyayên rûsî, bi taybetî Rosneft û Gazpromê yên li Kurdistanê jî Lavrov got: “Kompanyayên me dê karên xwe li Herêma Kurdistanê weke beşek ji Iraqê fireh bikin.”Ceferî: Hikûmeta Iraqê naçar bû operasyona Kekrûkê bikeWezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî jî ragihand, ku welatên mezin ên cîhanê li gel yekparçeya axa Iraqê ne û bi tevê hemû hewldanên hikûmeta Iraqê, Herêma Kurdistanê giştpirsiya cûdabûnê encam daye.Derbarê êrîşa ser Kerkûkê jî Ceferî got: “Hikûmet Iraqê neçar bû wê operasyonê bike da ku yasayan li wan navçeyan bi cî bike.”Ceferî got: “Gelê Kurd li Kerkûkê pişwazî li hêzên Iraqê kir û bê derketina şer di 15 demjmêran de hemû tişt bi dawî bûn. Hikûmetê nexwast şerê kurdan bike lê tenê xwest yasa serwerbin.”