Cîhan

Rusya pere ji bo Suriyê çap dike

 
Piştî ku Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê dorpêç danîne se Sûriyê, rewşa aborî ya Sûriyê di nava van çalakiyên Şerê Navxweyî de pir xirab bûye. Lê belê derbxaneya Rûsyayê zend û bendê xwe bada û dest bi çapkirina pereyên bêhember ku wêneyê bavê Beşer Esed li serê ye kir.

Li gor ragîhandina rojnameya Elmanî Die Weltê derbxaneya Rûsyayê 240 ton kaxezên pere yên baqnot çap kiriye û di navbera meha Temûz û Êlûnê de bi balafirên barkêşiyê, di asîmanê Tirkiyê re, bi balafirên rûsî yên marqeya Ilyushin-76, hinartine Sûriyê û bi wan diravan mûçeyên leşker, karmend û fedaîyên desthelatiyê dane.

Berî niha, diravên Sûriyê ji aliyê derbxaneya Avusturyayê ve dihatin çapkirin. Lê piştî ku Yekîtiya Ewrûpayê jî dorpîç danî ser Sûriyê, îcar derbxaneya Rûsyayê ketiye dewrê.

 

Hêjayê gotinê ye ku hikûmetên Tirkiyê yên berî AK Partiyê jî, çi dema ku ji aliyê dizên alecî ve diketin tengasiyê, pereyên bêhember çap dikirin û dixist xizneya dewleyê. Lê her ku diçû enfilasyon zêdetir dibû, heta ku Receb Teyib Erdogan geha hewarê û şeş sifir bi derbekê da rakirin û pere guhert, niha rewş aram bûye.

 

Rojeva Kurd/Duseldorf

Balkêş e ?
Close
Back to top button