Wezereta Bergiriya Rusyayê da xûyakirin ku, ji bo tevliheviya li Eyn Îsa,ew hêza xwe li vê deverê xort dikin û ji bo vê jî hêzek din diçe Eyn Îsa.Eyn Îsa 35 kilometreyî ji sinorê Tirkiye dûre û eve demek e di navbera HSDê û hêzên opozisyona Suriye yên ku Tirkiye pişgiriya wan dikê şer heye.
Berpirsekê Rusya li Suriye Vyaceslav Sitnik da xûyakirin ku, Ji bo aloziya Eyn Îsa kêm bikin hêzên xwe rêkirine deverê.
Sitnik di derbarê aloziyên li Eyn Îsa dibêje: Dixweyê ku îstikrara li Eyn Îsa têk diçe.Ji berî niha me û Tirkiye ji bo pêkanîna xalên çavderiyê li deverê li hevkiriye.Ji bo pêkaniya aramiyê li Eyn Îsa, em hêzêk din rêdikin deverê.