Ajansa Reuters ragihand ku Rûsya jiber firotina dronên bi çek ên Bayraktar TB2 ji Ukrayna rene raziye..
berpirsekê Tirkiye li gel medya biyanî axivî û behsa firotina dronên TB2 ji bo Ukranya kir.Berpirsê Tirk di axavtina xwe de dibêje: Rûsya berê jî nerazîbûnên xwe dîyar dikir, gilî dikir û niha jî vê yekê didomînin. Firotina dronan ji alîyê komapanîyeke taybet ya Tirk ve hatiye kirin û ne bazirganîya rasterast ya di navbera du dewletan de ye. Lê, me berê jî bersîv dabû ku ev kompanîyên taybet in û herwiha ev firotinên dronan berî şer pêk hatibûn.
Pûwendiyên Tirkiye li gel Rûsya û Ukranya jî başin û Tirkîyê di warê enerjî, berevanî û bazirganîyê de bi Rûsya re peywendîyên nêzîk ava kiriye.
Kompanîya berevanîyê ya Tirk Baykar, tevî nerazîbûnên Rûsya dron firot Kîevê û berî destpêka şer, peymanek bo hilberîna hevpar îmza kirûbû û ew yek Moskowê aciz kiribû.