Polîtîk

Rusya: HSD 30 kilometreyî ji sinor dûrketine

Rêveberê Navenda Lihevanîna Aliyên Sûrî li Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, Yuriy Borenkov, derbarê cîbicîkirina rêkevtina Rûsya û Tirkiyê ya derbarê Rojavayê Kurdistanê de axivî.

Borenkov ragihand ku aliyê rûsî pabendî rêkevtinê bûye û hemû xalên wê rêkevtinê cîbicî kirine û got ku heta niha 34 hezar şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku ji 68 yekîneyan pêk dihat, li gel zêdetir ji 3 hezar çek û kelûpelên din ên leşkerî 30 kîlometran ji sînorê Tirkiyê vekişiyane.”

Borenkov herwiha got ku li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê, artêşa Sûriyê 84 binke danîne û 60 ji wan li Qamişlo û 24 jî li herêma Kobaniyê hatine avakirin.

Borenkov diyar jî kir ku polîsên leşkerî yên rûsî ji 23ê Cotmehê ve li deverên Cerablûs-Koran, Qamişlo-Faqîra, Qamişlo-Sêmalka dewriye encam dane û wan derbarê tevgerên hêzên rûsî yên li deverê ji bo cîbicîkirina rêkevtinê aliyê tirkî bi berdewamî agahdar kirine.

Agirbesta bo heyama 150 demjimêran li Rojavayê Kurdistanê ku li gor rêkevtina Soçî hatibû ragihandin, îro êvarî saet 18:00 bi dawî bû û derbarê agirbestê de Rûsyayê ragihand ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di dema xwe ya diyarkirî de ji sînor vekişyaye.

Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu derbarê vekişîna hêzên Kurdî de gotibû, “Vekişîna HSDê ji herêma ewle ya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê berî teqwîmê qediya. Polîsên Rûs û pasevanên Sûriyeyê ketin wê derê.”

Roja 22ê Cotmeha 2019ê Tirkiye û Rûsya li bajarê Soçiyê derbarê Sûriyê de rêkevtinek îmze kirin. Rêveftin ji 10 xalan pêk tê, yek ji xalan vekişîna hêzên YPGê ji sînorê Tirkiyê bi kûrahiya 32 kîlometran e.

Herwiha li gor rêkevtinê hêzên Polîsê Leşkerî yê Rûsya û Pasevanên Sînorî yê Sûriyê li ser sînor tên bicihkirin û li navçeyê di kûrahiya 10 kîlometran de jî dewriyeyên hevbeş ên rûsî û tirkî dê bigerin.

Berdevkê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) Mistefa Balî ji Rûdawê re aşkere kiribû ku ew di bin garantoriya Rûsyayê û herwiha li gor sozên ku Rûsyayê bi wan dane bo destpêkirina proseyeke siyasî di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyê de hêzên xwe ji sînor vedikşînin. Balî diyar jî kiribû ku ew ji bo ku rê li ber êriş û şerekî din venekin ku ziyanê digihîne xelkê sivîl û herwiha ji bo jinavbirina hincetên di destê Tirkiyê de hêzên xwe vedikşînin.

Back to top button