Polîtîk

Divê bi mitabaqata hemû partîyên

Divê bi mitabaqata hemû partîyên Rojavayê Kurdistanê heyeteke temsîlkar beşdarî civînên Qanûna Bingehîn a Nû ya Sûrîyeyê bibin

Roja 30yê Cotmeha 2019an li Cenewreyê civînên Qanûna Bingehîna a Nû ya Sûrîyeyê destpê dibin. Berîya ev civîn destpê bibe, , bi planeke navdewletî rewşa Rojavayê Kurdistanê kete nav pêvajoyeke tevlihev û nû.

Donald Trump ji êrîşa Dewleta Tirkîyeyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê re glopa kesk pê xist. Paşê jî di navbeyna Tirkîyeyê û Emerîkayê Mitabaqata Enqereyê, di navbeyna Tirkîyeyê û Rusyayê Mitabaqata Soçîyê hate îmze kirin. Aşkere ye ku Emerîka, Rûsya, Tirkîye, Sûrîye û Îranê bi van êrîş û mitabaqatan, mirin nîşanî Kurdan dan, da ku Kurdan bi taya sar razî bikin. Nuha destkeftîyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê paşdetir ketine.

Piştî Mitabaqata Enqereyê û Soçîyê, Emerîka û Rûsyayê hidûdek danîn ber Tirkîyeyê û nehiştin hîn zêdetir Rojavayê Kurdistanê dagir bike.Herweha Emerîkayê peywendîyên xwe li gel HSDyê berdewam kir.Emerîka û Rûyayê ji bo statuyeke sîyasî ji Kurdan re got ‘’nuha na’’, lê Kurd tune jî nehesibandin.

Îro piştgirîya piranîya Kongresa Emerîkayê û piştgirîya Yekitîya Ewrûpayê ya ji bo Kurdan, gotina Pûtînî ya ku li Soçîyê gotibû’’Divê bi dîyaloga li gel Şamê maf û hiqûqa Kurdan bê bicîh anîn’’; li maseya Qanûna Bingehîn a Sûrîyeyê ya Nû û ji bıo nexşe rêya partîyên Rojavayê Kurdistanê ya di pêvajoya pêş de destê Kurdan dê xurt bikin.

Dewleta Tirkîyeyê û Sûrîyeyê baş dizanîbûn ewên li sehayê xurt bin, li maseyê jî dê destê wan xurtir be.Îro Dewleta Tirkîyeyê û Sûrîyeyê li gorî heyvek berê bi awayekî hîna xurtir li ser maseyê rûdinin. Herdu dewletan jî ji bo demekê be jî, rê li ber sitatuyeke sîyasî ya li Rojavayê Kurdistanê girtin. Ji xwe yek ji armancên êrîşên Dewlet Tirkîye jî ev bû.Di encamê de Sûrîyeyê jî ji vê sîyaseta navdewletî feyde wergirt.

Li gel van hemû şikest û pirsgirêkên ku encama planên navdewletî yên li dijî Kurdan e jî, mimkun e ku Kurd vê rewşa heyî berovajî bikin û di Qanûna Bingehîn a Nû ya Sûrîyeyê de mafên xwe yên kolektîf yên kollektîf, milî, demokratîk bicîh bikin.

Nuha di Komîteya Qanûna Bingehîn a Nû ya Sûrîyeyê de Kurd bes bi 2 nûnerên ENKSyê ve têne temsîl kirin. Zêdetir ji ber ku Tirkîyeyê rê li ber girtîye, nûnerên TEVDEM, PYDyê di vê Komîteyê de tune ne. Ev jî rewşa heyî tevlihevtir û aloztir dike.

Îro li gel Mitabaqatên Enqereyê û Soçîyê jî, Kurd divê di qada navdewletî de, daxwaz bikin ku ew hêzên ku alîyên şer in gişt ji Rojavayê Kurdistanê vekişin û di bin desthilatdarîya Yekitîya Netewan de, hêzêke bê alî li hemû Rojavayê Kurdistanê de bê bicîh kirin. Hewl û pêşniyarîyên Yekitîya Ewrûpayê jî ji bo pêk anîna vê yekê erênî ne.

Ji îro pê ve, ji bo ku di hevdîtinên Qanûna Bingehîn a Nû ya Sûrîyeyê de, di dîplomasîyê de û di sîyasetê de,Kurd bikaribin mafên xwe yên kolektîf yên netewî, demokratîk bidine qebûl kirin, gava yekem ew e ku û TEVDEM, ENKS û hemû partîyên Kurdan yên li Rojavayê Kurdistanê mitabaqateke sîyasî, eskerî, aborî, dîplomasî û îdarî ya ku îdareyeke hevbeş ya Kurdan ava bike pêk bînin.

Heger partîyên Kurdan mitabaqata xwe pêk bînin û weke alîyekî tevbigerin, dê rê ji wê yekê re jî vebe ku, îradeya hemû partîyên Kurdan di hevdîtinên Qanûna Bingehîn a Nû ya Sûrîyeyê de bêne temsîl kirin.Ev jî ji bo bidestxistina mafên kolektîf,netewî û demokratîk, ji bo sitatuyeke sîyasî dê destê Kurdan xurtir bike.

Heger partîyên Kurdan mitabaqata xwe pêk bînin û weke alîyekî tevbigerin, dê piştgirî û yekitiya hemû Kurdên cîhanê jî xurtir bike û herweha dê bi taybetî li welatên Ewrûpayê rê ji xebata sivîl û girseyî û ji dîplomasîyeke xurt ya dîyaspora ya Kurdan re xweştir bike.

Îro ji bo pêk anîna Mitabaqata partîyên Rojavayê Kurdistanê, ji bo li Rojavayê Kurdistanê bi rêyên aştîyane, sîyasî û dîplomasîyê bidestxistina mafên kolektîf, milî demokartîk yên miletê Kurd, wazîfeyeke esasî û barekî giran li ser milên Birêz Serok Mesûd Barzanî û Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye; li ser milên hemû partîyên sîyasî û dezgehên sivîl yên li her çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê ye.

Bi taybetî jî barekî giran û dîrokî li ser milên Birêz Serok Mesud Barzanî ye. Îro heger merciîyek, kesayetekî ku ji alîyê hemû partîyên Rojavayê Kurdistanê ve bê qebûl kirin, hebe ew jî Birêz Serok Mesud Barzanî ye. Ev rastîya di eslê xwe de ji bo hemû Kurdan weke şansekê ye jî. Em peşniyar dikin ku Birêz Serok Mesud Barzanî ji bo ava kirina mitabaqeteke nû ya di navbera partîyên Rojavayê Kurdistanê de însîyatîfekê bigire. Herweha em pêşniyar dikin ku bi serokatîya Birêz Serok Mesud Barzanî, ji temsîlkarên her çar perçeyên Kurdistanê û temsîlkarên Kurdên cîhanê Navenda Koorînasyonê ya Netewî bê ava kirin. Navenda Koorînasyonê ya Netewî ji bo pêk anîna mitabaqata partîyên Rojavayê Kurdistanê û ji bo dîplomasîyeke hevbeş ya xurt demilest divê gavên pêwîst bavêje.

Ji bo ku Kurd bikaribin destkeftinên xwe yên heyî biparêzin, ji bo ku şikestên nû nexwin, ji bo ku bikaribin destkeftinên kolektif, milî, demokratîk bidestbixin, bingehê esasî û gava yekem ya ku qeder û paşeroja miletê Kurd bihûne ew e ku, hemû partîyên Rojavayê Kurdistanê bikaribin mitabaqata xwe ya netewî ava bikin.30.12.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button