Dmitry Rogozin Serokê Dezgeha Stêrknasiyê(Roscosmos) Rûsî ya valahiya asmanê ragihandiye, welatê wan plana xwe heye tîmeke bişînin ser gerstêrka Venûsê ji bilî wê tîma “Vênêra – Di” ku bi hevbeşî li gel Amerîka dişînin ser wê gerstêrkê.
Li pêşangeha Hêla Rûsya 2020 de Rogozin bi rojnamevanan ragihand: “Li gor me gerstêrka Venûs, gerstêrkeke Rûsya ye, ji bo wê yekê nabê li vê pirsê da li paş bikevîn”.
Serokê Dezgeha Stêrknasiya Rûsî ya valahiya asmanê balkişand li ser wê yekê ku “projeyên Venûs li programên Yekgirtiyên Hikûmeta Rûsya ya li salên 2021-2030 daye”.
Xwedî derketina gerstêrka Venûsê rojek piştî ewe hat ku gerdûnnas û zanayên cîhanî ragihandin ku bi teleskopên gelek bihêz gaza kîmyayî fosfaynê li ser gerstêrkê dîtine ku eve jî tê wê wateyê zîndewer dikarin li ser gerstêrka Venûsê bijîn.