Rusya: Em û Tirkiye ji bo rojhilatê Firatê wek hev difikirin
Wezîrê Derve yê Rûsyayê û Wezîrê derve yê Tirkiye civîyan û piştî civînê , Wezîrê Derve yê Rûsyayê di konferansek rojnemevanî de behsa naveroka civînê kir.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dibêje divê hêzên Amerikayê bi temamî ji rojhilatê Firatê vekişin û rewşa deverê wek berê bimîne.
Sergey Lavrov di axvtina xwe de got: Helwesta Rusya û ya Tirkiye di derbarê rojhilatê Firatê de wek heve.Divê li herêmê rêz li serweriya Suriye bê girtin. Lê di heman demê de hinek metirsiyên Tirkiye ji bo deverên sinor hene û divê ev yek jî ber biçav bêne girtin.
Bedewamiya axavtina xwe de, Wezîrê Derve yê Rûsyayê got ku, divê Hêzên Amerîka ji rojhilatê Firatê vekişin û rewşa navçeyê vegere, wekî beriya destwerdanên Amerîkayê, û hozên Ereb ji bo deverê werin vegerandin. Ew jî li gor biryara Civata Asayişa Navdewletî ya 2254ê ye. Herweha daxwaz kir, ku hemû aliyên navçeyê di çareserkirina rewşa rojhilatê Firatê û pirsa ewlekariya sînorê deverê de beşdar bibin. Tekez kir, rêkeftina Edene ya di navbeyna Sûriyê û Tirkiyê de baştirîn bingeh ji wê yekê re ye.