Cîhan
Rusya: Em berdewamî hewldidin ku Tirkiye operasyona bejayî rawestîne!
Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Rojhilata Navîn û Afrîkayê û alîkarê Wezîrê Derve, Mikhail Bogdanov da xûyakirin ku, Mosko bi berdewamî hewldide ku, ji bo Tirkiye destoperasyonek bejayî li Sûrî neke. Herweha da xûyakirin ku di vê derbarê de pêşketinek jî heye.
Li gor nûçeya Sputnik, Bogdanov daxûyaniyek daye rojnemevanan û gotiye: “Pêwendiyên me bi aliyê Tirkiyê re berdewam in. Ji ber vê yekê jî dest operasyona bejayî nekir. Ev tê wê wateyê ku serkeftin hene. Em ê pêwendiyan bidomînin.”