Rusya barek giran da ser milê Tirkiye
Li gora daxûyaniyên berpirsên Rusya û Tirkiye herdu welatan li ser statûya Idlibê li hev kirine. Gora wezîrê derve yê Tirkiye dide xûyakirin, dê tu êrîş li himber Idlibê çênebin û ji bo asayîşa deverê dê efserên Rus û Tirk bi hevre tevbigerin. Ji bo vê yekê jî Tirkiye pêwiste hinek leşkerên zêde rêke Idlibê,Lê pisporên li ser siyaseta Rusya tiştek din dibêjin. Li gora pisporê siyaseta Rusya Prof. Dr. Mitat Çelikpala, navbera 30-70 hezar grubên çekdarên Cîhadî li Idlibê dimînin. Eger Tikiye garantiya kontrola van gruban bide dikare li gel Rusya bazarê bike.Ji aliyek din ve, didin xûyakirin ku, Tirkiye garantî daye Rusya ku ev grubên cîhadî li himber Rusya tu çalakiyan nekin. Li ser vê yekê Rusya li gel Tirkiye lihevhatiye.Ji aliyek din gelek endamên van grubên çekdar li Tirkiye dijîn û ew her demî ji bo çalakiyan amadene. Ew jî dikarin li himber Rusya dest çalakiyên çekdarî di nava Rusya yê de bikin. Tirkiye garantiya kontrola van guruban jî daye Rusya.Li gora Prof. Dr. Mitat Çelikpala, armanca Rusya bi bombebarana deverên Idlibê ewbû ku, Tirkiye bikşînê qada Idlibê, lê Tirkiye bi versiyonek din kete di nava meselê de.Tirkiye soza kontrolkirina grubên cîhadî û hinek grubên islamî yên ne radikal daye Rusya. Piştî vê sozê peyman hatiye îmzekirin.Bivê nevê pirsgirêka Idlibê û daxwaziya kontrolkirina hinek gruban gelekî zehmete. Rusya hinek tiştên tund didê pêşiya Tirkiye û Tirkiye hewldide van tiştan pêkbîne. Ev yek barê Tirkiye gelekî giran dike. Ji ber ku herêm ji provakasyona re gelek vekiriye. Tirkiye divê hêzên leşkerî rêke herêmê da ku bikaribê sozên dayin bîne cih.Pêvajoyek dijwar li pêşiya Tirkiyeye.