Rusiya 10 kopterên şerî dide Îraqê
Berpirse Rusiya yê paye bilind di daxuyaniyekê de eşkere kur ku, li gor wê rêkeftina di navbera hikûmeta Îraqê û Rusiyayê de hatiye îmza kirin, Rusiya dê 10 halîkopterên şerî yên êrîşber di an rojan de bide Îraqê.
Alexsander Mîxayêv rêvebirê giştiya kompaniya hinaredekirina çekê rusî bo derve ji ajansa nûçeyan Riyanovestî re eşkre kir ku, li gor wî rêkeftina kirîn û firoştina çekê a di navbera Bexda û Moskovayê de hatiye îmza kirin, Moskova di var rojên nêzîk de dê 10 halîkopterên şerî yên rêîşber bi hemû pêdawîstiyên wan ve teslîmî hikûmeta Bexdayê bike.
Eger Rusiya vê wecbeya çekî bide Îraqê dê bibe yekem wecbeya çekê rusî bigehîje hikûmeta Îraqê.
Weke tê zanîn roja 26ê vê mehê sefîrê Amerîkayê yê Îraqê gotibû kum heta meha îlona sala 2014ê hikûmeta Amerîkayê firokeyên nşerî yên F16 radestê Îraqê nake, lê di demek nêzîk de dê halîkopterên Apatşî ji bona xweparastinê radestî Îraqê bike.