Nivîsar

Rûreşiya PKKê Bidawî Nayê

PKK bi van têkilî û kiryarên xwe yên qirêj, bêyî ku pêwîstîya emelên xwe yên hevbeş bi dagirkeran re veşêrin dest di dest de, dînamîtê dixin bin dewletbûna Kurdistanê û rêdana çareserîya pirsgirêka Kurd li Tirkiyê.

Nurî Çelik

Ev demek dirêje ku peyamên ne di xêra Kurdan de hatin dan û mesela êrîşen Tirkiyê yên ser bi Başûr de rojeva Kurdan serûbinê hev kir, xuya bû ku wê hinek kiryarên tarî û provokasyonên ne di berjewendîya Kurdan de bên kirin.

Ji xwe hertim wisa bûye. Çi cara ku Kurd hinekî dikevin rehetîyê û destkeftinên navdewletî bidrar Dixon, hew we dît ku ji herdu alîyan ve (baskek ji dewletên dagirker û baskek ji PKK) û wan dawîyan şirîkê hukumetê YNK jî ji heman deryayê sûd werdigre; ji bo têkdana Kurdistana azad dek û dolab bi destê PKK, û taşeronên Îran û Surî YNKê ve hatin gerandin, mij û dûman bi ser rojevê ket û provokasyonan dest pê kir.

Kiryar û alozîyên ku tu eleqa wan bi PDKê ve tunebû û tuneye, bûn sedem ku Kurd dîsa di qada navnetewî de têkevin devê xêrnexwazan û pêvajoya ku ji bo xêra Kurdan nerm bûbû, bê alozkirin.

Ez bahwer nakim ku tu kesek guman jê bike ku, ev propagandayên xerabkar ji teref PKKê ve bi qest û dijminanê tên kirin.

Ji serokê Kurdistanê bigire, serokwezîr û piraniya dem û dezgehan, heta bi rewşenbîr û nivîskarên Kurd, di derbarê alîkariya rojavayê Kurdistanê de ti têxsîr nehat kirin. Lê hezar mixabin PKK a go ti wextî xwe ji têkiliyên bi dagirkerên Kurdistanê re azad nekiriye, nehat razîkirin.

Kiryarên qirêj yên PKKê û alîgirên wê eşkere bûne, girêdana PKK, PYD bi rejima Surî, Îran û Tirkiyê derdikevin holê jî, tê fêhmkirin ku mesele ne meseleya têkilyên Başûr bi Tirkiyê re ye, mesele ji ortê rakirina destkeftinên başûrê Kurdistanê ye.

PKK bi meşa netew-dewletbûna Başûr har bûye û ha yalla di medya xwe de boxtanan li PDK dike.

Piraniya Kurd û Kurdistaniyên aştîxwaz di nava wê tirsê de bûn ku PKK tehamula pir rengî û pirdengiyê neke, pêvajoyê sabote bike.

Piraniya Kurdan hêvî dikin ku PKK dev ji van kiryarên qirêj berde. Taşeroniya rejimên dagirker negre ser milê xwe û rûn li ser nanê dewletên dagirker neke.

Lê çi bû piştî bindestxistina mazbata SERXWEBÛN ê bû.

Piştî wê rojê PKKê têkbirina Kurdistana azad girt ser xwe, Kurd û aştîxwazên heremê xeyalşikestî kir, darbeyek mezin li Kurdan û Kurdistaniyan xist û dîsa berjewendîyên gelê Kurd û Kurdistanê kir bi qurbana berjewendîyên xwe û efendiyên xwe.

Tiştekî balkêş jî ev e ku, di van demên dawî de PKK û YNK bi plan û proje dijminatiya PDKê dikin. Partiya PKKê ya başûrê Kurdistanê daxuyaniya go wê di hilbijartinê Îraqê de piştgiriya YNKê bike da; YNK, PYD azimand Silêmanî û daxuyaniyên hevbeş dan. Gelo ev tev lihevrasthatin û tesaduf in nizanim, lê dixuye ku biryar ji yek navendê derdikeve, derketiye.

Bi kurt û Kurmancî; PKK û alîgirên wê pir eşkere rê li ber partiyên ku ne Apocî ne girt û hefsarê xwe jî bi destê rejimên dagirker ve berda.

PKK bi van têkilî û kiryarên xwe yên qirêj, bêyî ku pêwîstîya emelên xwe yên hevbeş bi dagirkeran re veşêrin dest di dest de, dînamîtê dixin bin dewletbûna Kurdistanê û rêdana çareserîya pirsgirêka Kurd li Tirkiyê.

ji ber ku îro pirsgirêka Tirkiyê ya herî mezin pirsgirêka çareseriya mafê Kurdistanê ye.

Lê; ev pirsgirêka mezin a Kurdistanê ji bo PKKê ne pirsgirêka bingehî ye. Xeletîya bingehîn a navbera Kurdan ev e ku em pirsgirêka bingehîn û pirsgirêka PKKê têkilhev dikin.

Ji ber erka Kurdistaniyan parastina destkeftiyên Kurdistanê ye, lê erka PKKyîyan têkbirina temamê deskeftinên go ne di kontrola wê de be.

Îcar gava em ji alî Kurdistaniyan ve li bûyerê binerin, pirsgirêka Kurdistaniyan pirsgirêkek netewî ye; ku, divê bi dewletbûn bê çareserkirin.

Back to top button