Civak

Ruchi: Piştgiriya gelê Kurdistanê bilind dinirxînin

Ni Ruchi Konsolê Giştî yê Çînê li Hewlêra paytexta Kurdistanê li hevpeyvîneke taybet de got: Em piştgiriya Hikumeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurd ya li vê cenga dijî virusa Corona û welatê Çînê bilind dinirxînîn.

Her wiha Ni Ruchi got: Rewşa vê virusê heta diçe baştir û baştir dibê, ji ber ku Hikumeta Çînê têkoşîneke bi hêz li beranber vê virusê li ber girtiye û hevkariya civaka navdewletî jî başe.

Berdewamiya axaftina xwe de Konsolê Çînê dibêje: Netirsin! em dikarin pêşiya vê nexweşiyê bigrin û kontrol bikin û çareser bikin. Bi awayeke aram û zanistiyane rûbirûyê wê bibîn. Bandora vê virusê li ser aboriya Çînê demkiye û bingeha baş ya Çînê naguhere.

Her wiha di derbarê Kurdistanê de jî dibêje: Herêma Kurdistanê hevbeşeke me yê nêzîke. Hevkariyên me berdewam dibin û vedigerin li ser rewşa asayî û normal.

Back to top button