Rûbarên havîbûnê
Helbest
Li wir
Li Waşo Kanî
Dîrok…
Dilekî spî
Vekirî
û merdan e
Berbi min ve dihat
Û berbi dîrokê ve
Pênûseke tevizî
şikestî
û al dimam
Li wir
Li Waşo Kanî
Baxên heşîn
Werzên rengereng
Û xemrevîn
Û li vir
Li Serê Kaniyê
Heman…bax…şewitîn
Û werz jî perpitîn.
Li wir
Dîrok…
Bi rûkenî
Bi dergehên xwe yên
Bilind û fereh ve
Xirecira karwanan
şahîna hespan
çinge çinga şûr û mertalan
Mîtanî…û serwerî.
Û li vir
Xencerên ji kalanê
Û kuh….
Min….
Marmasiyên xwe
Serjê dikirin
Min…
Rûbarên herikbar
Bê kêr dikirin.
Û her pênûseke
Bê ser û ber
Bê hûde….dimam
Xêzên min î tam xav
Dê….
Têra zikekî birçî
Ne kin
Rûpelê min î şilo pilo
Û dagirtî giryan
Dêêêêêêê…..
Bedena sêvzarokekî hilweşiya yî
Û li jêr dara bêbextiyê
qufilî û sêwî mayî
Germ ne kin
Dê hemî raman
Têra …bêzarî
bê xewiya
û bê hêziya
dîwarên hêrivî
yên gund û şarên min
ne kin.
Li vir
tilyên min î destekî
Û ne bi destekî
Dê hêsirên
di çavên dayika min de
Zuha ne kin
Dê şilêran
di qermîçokên riwên melûl de
Ve ne kin
Dê çiradankan
di şevzivistanên
tarî de
Vê ne xin
Êdî bese
De ji hezkirina min
Bi west e.
U destên xwe
Ji şûna lêvên min
Ji bîna henasên min
Ji şopika maçên min
Bi şon e.
Min tu
Di nav diranên gurên dubirak de
Bi tenê hêêêêêêla
Û min evîna xwe
Dilsoziya xwe
Li te xiste bar
Û dilê te
Pê weriman..
Mijdara2012-an
Mizgîn Hesko