Romana jenosîda enfalê
Lokman Polat
“ Ma li kî derê dinyê wehşeteke weha qewimîye? Ma lî kî derê zarok bê bav, jin bê mêr û qîz bê dergistî mane? Ma li ku hatiye dîtin ku zarok nizanin maneya ”bav” tê çi wateye? Li ku hatiye dîtin ku nifşek zarok bê bapîr ango kalik mezin bûne? Ma gelo li ku hatiye dîtin ku dê hem bûye bav û hem jî bûye dê? Hem bûye xûşk û hem jî bûye kek û bra?.“
‘Barzan Digirî’ romana Enfalkirina heşt hezar Barzaniyan e. Roman di nav weşanên ”Sîtav” de li Wanê derketiye. Di berga romanê a pêş de wêneyeke hunerî a serokê netewî Mistefa Barzanî heye. Wêneya bergê hunermend Siyabend Kaya çêkiriye. Di berga paş de jî wêneya romannivîser Bubê Eser û kurtejiyana wî heye. Roman 228 rûpel e.
Sadamê dîktator/faşîst bi sedhezaran kurdên başurê Kurdistanê qetil kir, jenosîd pêk anî. Di sala 1983 de li başurê Kurdistanê li hemberê kurdan xezeb pêk hat, tofan rabû. Romana ‘Barzan Digirî’ trajediya kurdên başur ên herêma Barzan e. Roman li ser Enfala 8 hezar Barzaniyan hatiye afirandin. Leşkerên Seddam di sala 1983’an de rojekê êrîşê dibin ser gundên devera Barzan. Di vê êrîşê de, di ser 12 saliyê re tu zilamekî nahêlin, ango 8000 mirovan digirin û dibin. Ew 8000 mirov careke din li malên xwe venagerin.
Ev bûyer, ango jenosîda kurdan bi navê “Enfal“ ketiye nav rûpelên dîroka kurd û Kurdîstanê. “Enfal“a ku navê xwe ji ayeteke Qur`anê wergirtiye. “Enfal“ xezeba pêkanîna li dij kurdan. Weke ku romannivîser birêz Bubê Eser jî dibêje; “ Ma li kî derê dinyê wehşeteke weha qewimîye? Ma lî kî derê zarok bê bav, jin bê mêr û qîz bê dergistî mane? Ma li ku hatiye dîtin ku zarok nizanin maneya ”bav” tê çi wateye? Li ku hatiye dîtin ku nifşek zarok bê bapîr ango kalik mezin bûne? Ma gelo li ku hatiye dîtin ku dê hem bûye bav û hem jî bûye dê? Hem bûye xûşk û hem jî bûye kek û bra? Ma kî dizanin ku ji bona zarokên anfalan destê xwe venegerin û hustiyên xwe li ber dijmin netewînin dayikên wan xwe çawan westandine da ku zarokên xwe mezin bikin û bikin pêşmerge. Bikin pêşmerge ku welatê xwe azad bikin û tola bav, bra, bapîr, mam û xalên xwe hilînin. Lewra jî gelekî girînge ku em vê vekin û wê bi cihanê û bi xelkê xwe bidin zanîn ku mebesta vê jenosîdê tunekirina pêşevanên gelê Kurd bû.“
Romannivîser li herêma Barzan salek dimîne û bi sedan malbatên ku kesên wan ketine ber borana xezeba Enfalê re axifiye. Lewre jî hêleke roman, weke belgeromane û demeke reş jî dîroka kurd û Kurdistanê rohnî kiriye. Agahdariyên berfereh bi zimanekî edebî/wêjeyî rave kiriye. Honaka romanê, bihevûdu ve girêdana beşan, rave kirin û zimanê romanê serketiye.
Romannivîser Bubê Eser vê berhema xwe a hêja bi kedeke giranbiha , bi fedakiriyeke mezin û di encama xebateke dûr û dirêj de nivîsiye. Wî malbata xwe, jin û zarokên xwe hêşt û ew çû başurê Kurdistanê, li wir lêkolîna xwe domand û romanê nivîsî. Di pêvajoya nivîsîna romanê de gelek zahmetî dît, lêbelê wî kar û xebata xwe nîvco nehêşt û venegeriya nehat, ta ku xebata xwe bir serî li wir ma û bi serket.
Li başurê Kurdistanê derbarê Enfalê de roman hatine nivîsîn yan na, ez nizanim. Heger hene jî min nebihîstiye. Bi qasê ku ez zanim ev berhema yekeme ku bi şêweya edebî/wêjeyî romaneke hatiye weşandin. Romanên weha divê li gelek zimanên din werine wergerandin û bi riya edebiyatê/wêjeyê xwendevanên gelên cîhanê hayidar bibin bê dagirkerên ku Kurdistanê dagir kirine çi zilm û zordarî anîne serê netewa kurd û bi şêweyeke wehşîyane bi hovîtî li hemberê kurdan şerên qirêj meşandine, kurdan qetil kirine.
Di naveroka romanê de trajediya neteweyek bîndest ku çawa bi êrişa dewleteke dagirker tê pêk anîn û herweha zilm û zordariya dagirkeriyê heye. Di romanê de du vebêj hene; yek jê lehengê romanê Samî ye., vebêjê din jî jineka bi eslê xwe rus ku bi pêşmergeyekî re zewiciye. Vegotina herdu vebêjan naveroka romanê dewlemend kiriye.
Di beşeke romanê de beşdariya Serok Barzanîyê nemîr a damezrandina komara Kurdistanê Mehabat, rêveçûna dirêj a Serok Barzanî û pêşmergeyên qehreman/leheng ku çûbûn Sowyetê tê qalkirin. Çûyina Sowyetê, li wir mayin û vegera Kurdistanê yekoyek di romanê de cih digre. Di dîroka nêzîk a Kurdistanê de bûyerên ku li rojhilatê Kurdistanê û li başurê Kurdistanê qewimîne/pêk hatine di nav rûpelên romanê de cihê xwe digrin.
Xwendevanên kurd û bi taybetî jî xort/ciwanên kurd ji bo jenosîta Enfalê û gelek bûyerên ku li du parçeyên Kurdistanê pêk hatine fêr bibin, divê romana birêz Bubê Eser a bi navê ”Barzan Digirî” bixwînin.
Têbinî ~ Naveroka romanê xurte û gelek berfereh e. Ji bo nivîs dirêz nebe min bi berferehî behsa naveroka romanê nekir. Lewre jî min gotara xwe kurt nivîsî û balê kişand ser xalên girîng ên di romanê de ne. Dema li ser romaneke analîz û nirxandinên curbecur werine kirin girîngiya romanê hîn baştir tê fêm kirin. Bi hêviya xwendin û nirxandina romanê.