Civak

PAKê li Batmanê Jenosîda Enfalê û Xalid Begê Cibrî û hevalên wî bi bîranî

 

Rêvebirîya Batmanê ya PAKê 14.04.2019ê li Batmanê saet di 13.00an de li Teşkilata PAKê bibîranîna Jenosîda Enfalê û şehîdkirina Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg û hevalên wan lidar xist.

Di bîranînê de rêveber, endam û dostên PAKê cih girtin.

Cîgirê Serokê Giştî ye PAKê Rezdar Feyyaz Ekmen bixêr hatin da mevanan û got “Di esasîya jîyana mirovahîyê de jîyanek azad û emnî jibo her însanî maf û pêwistîyeke.Kurd heta ku di welatê xwe de welatê xwe birêve nebin dibe ku Enfalê nu li pêşîya wan be.”

ji bo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo Serok û rêberên Tevgere Azadî Xalid Begê Cibrî ,Yusuf Zîya Beg rêz hate girtin û sirûda netewî(Ey Reqîb) hat xwendin.

Serokê PAK şaxa Batmanê Aziz Özdemir daxuyanîya PAKê ji bo Anfalê xwend û got:”Sal 1986. Iraq a Seddam Huseyin li gel şerê bi Îranê re hêzeke mezin şand ser başûrê Kurdistanê. Armanc kuştina hemû mêrên Kurd ji 13 salî heta 70 salî bû. Ji bo ev armanc pêk bê, hemû rê û amûr mubah bû; bombekirin, ji bin ve wêrankirina gund û bajaran, qetlîamên gelêrî, bikaranîna çekên kîmyayî û hwd.

Ev êrîşên hovane 3 salan berdewam kir, lê êrîşên herî mezin di sala 1988an de rûda, Helebçe yek ji wan êrîşan bû. Ne tenê Kurd her wiha Asûrî û Turkmenan jî ji van êrîşan para xwe girt.

Di encamê de 182.000 Kurdistanî hatin kuştin, ji 4665 gundên başûrê Kurdistanê 4000ê wê bi erdê re kirin yek, bajarên wek Qeladiza, Seydsadiq yek mala ku ava nema. 3000 mizgeft, 2000 dibistan, 300 nexweşxane û 27 dêr wêran kirin. Milyonek Kurdistanî cîh û warên xwe berdan bi çol û çîya ketin. Elektrîk, telefon, rê hemû felc bûn, zevî û ziraet beyar man, heywanê wan kedî neman. Dema leşkerên Seddam trîbuna bendava Dukanê vekir, bi sedan gund bi xanî û mal û zevîyên xwe di binê avê de man.” û di berdewamîyê de got.”Îşaretên qirkirina Kurdan hîn di sala 1983an de, dema bi girtin û kuştina hemû mêrên Barzanîyan ku bi dest xistibûn dîyar bûbû. Baasîyan avêtibû ser herêma Barzan, ji 10ê heta 70 salî, 8000 mêrên Barzanîyan dîl girtibûn û biribûn çolên başûrê Iraqê û hemû bi saxî binerd kiribûn. Jinên wan li Musul û Hewlêrê mecbûrê îqametê kiribûn.

Yek ji qetlîama herî mezin ku tarîxa modern şahid bûye, komkujîya Enfalê ye. Ew sê salên di navbera 1986-1989an de, Seddam ew êrîşên hov, di bin sîya şerê bi Îranê re kir. Emerîka, Ewropa, dinya , musilman, cîranên Kurdistanê hemû bêdeng man, çavê xwe girtin û xwe kerr kirin. Kîngê bi sedhezaran Kurd ji bo hewla canê xwe, li sînorên Tirkîyê asê bûn û ew dîmen bi rêya televizyona ketin malên Emerîkî û Ewropîyan, hîn nuh dezgehên navneteweyî dengên xwe bilind kirin. Hîn jî ew sûretên bi sedhezaran Kurd di serma û qesemê de ku xwe li sînorên Tirkîye, Îran û Sûrîyê dabûn di hafizeyan de teze ne.”
Di dawîya daxuyanîyê de got:
“Lê belê, ne jenosîdên pêştir, ne ya Enfalê, ne jî yên vê paşîyê lidarketine, nekarîye rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire.
Li Başûrê Kurdistanê zarokên ku ji Enfalê filitî ne, li gel hemû pirsgirêk û êşên xwe ve îro di destê wan de ala rangîn, ber bi serxwebûnê ve dimeşin.”
“Mizgînîya herî mezin ye ji bo şehîdên Enfalê, îlan kirina serxwebûna başûrê Kurdistanê ye.
Em şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin û yên ku ev jenosîda pêk anîne, bi tûndî rûreş dikin.”

Aziz Özdemirî Ji bo darvekirina Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg de Daxuyanîya PAKê xwend û got:

“Di dîroka Kurdistanê de ji serhîildanên herî girîng yek jî ‘’Serhildana Şêx Seîd’’ e. Wekî tê zanîn amadekarîya vê serhildanê ji aliyê Rêxistina Azadîyê ve hatibû destpê kirin. Teşkîlata Azadîyê di sala 1921ê de hate damezrandin. Serokê wê jî Xalid Begê Cibrî bû û Yusuf Zîya Beg jî yek ji rêberên Rêxistina Azadîyê bû.
Lê mixabin berîya ku amadehîya serhildanê temam bibe, Dewleta Tirkîyeyê pê hesîya û du rêveberên Teşkîlata Azadîyê girtin.
Piştî girtina Xalid Begê Cibrî û Yûsûf Zîya Beg, bi provakasyoneke Dewleta Tirkîyeyê , serîhildan ji dema ku hatibû plan kirin zûtir dest pê bû. Û rêberê netewî, olî û civakî yê gelê Kurdistanê Şêx Seîd serokatîya vê serîhildanê kir.
Serokê Teşkîlata Azadîyê Xalid Begê Cibrî û rêveberê Teşkîlata Azadîyê Yûsûf Zîya Beg, 94 sal berê, di roja 14ê Nîsana 1925an de ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve li Bedlîsê hatine kuştin. Xalid Begê Cibrî hat gulebarankirin, Yusuf Zîya Beg hat îdam kirin. Herdu rêberên gelê Kurdistanê, ji ber amadekarîyên teşkîlata Azadîyê yên ji bo serîhildaneke netewî hatin qetil kirin.
Em wek PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) xwe berdewamîya rêbaza Teşkîlata a Azadîyê, berdewamîya têkoşîna Xalid Beg û Yûsûf Zîya Beg dibînin û ji bo armanca wan a Kurdistaneke azad têdikoşin.
Di 94emîn salvegera şehadeta wan de, em Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîrtînin.”

Paşî gotara ku li ser Enfalê amade kiribu Hamdusena Demirel pêşkeşî bêşdaran kir.Di gotara xwede Enfal û Jenosîda cihuyan anî berhev ku planên her du jinosîda pir dijbin hev.Merhaleyên Enfalê û îstatîkên Enfalê pêşkeşkir.

Seydayê Gurdîlî axaftınek kurt kir û got”Bila Şehîdên me gorbihuşt rehet bin li gora xwe ,zarok û nevîyên wan ber bi serxwebuna Kurdistanê ve dimeşin.” Û paşî du helbestên xwe ku wextê buyera Helepçe de nivîsandî bu bi navê “Koçberkirina Kurda” ve “Li Ser Hereketa Azadi” xwend.

Bîranîn bi belgefîlmêkî Jenosîda Enfalê bi awayeke hestîyar berdevam bu.


Bîranîn bi pirs û bersivan bi awayeke berhemdar bidawî hat.

14.04.2019


PAK Şaxa Batmanê

Back to top button