Hevpeyvîn

Rolê Amerîka û Tirkîye li Surî(Deng)

Çendîn rêberên cîhanê di gotarên xwe da daxwaz kirine civaka nêvneteweyî sengî û dorgirtina pitir liser rijêma Beşar Esed danin. Lê ne hemû welatan karîgerî liser rewşa Sûrîye heye.

Dema behsê paşeroja Sûrî tê kirin şareza navê Amerîka û Turkiye dînin. Piştî kombûna digel serok Obama, serewezîrê Turkiye Recep Teyb Ardogan got, hikumeta wê peywendî digel rijêma Sûrî birîne û hizra danana toleyan li ser rijêma Esed dike. Li van çend mehên borî jî Turkiye pitir ji her welatekî dî rê da rikaberên Sûrî civînên xwe bikin.

Jibo têr şirovekirina liser rolên Amerîka û Turkiye di paşeroja Sûrîye de û erê xelkê Sûrî wê heta çendê bawerî bi wan hebit, di bernama Hello Washington de Dexîlê Şemo mêvanîya dû çalakvanên sîyasî dike, Dr. Ebdulbasit Seyda, serokê encûmenê Kurdên Sûrîye bingeh li Siwîdê û Xerbî Heso, endamê Şepola Pêşeroj li Sûrîye.

Dexîlê Şemo(VOA)

Ji bo guhdarî kirina Bernama Hello Washington:

Back to top button