Di cîhana Înternetê de malperek nû dest weşana xwe kir. Eve nêzikî mehekiye rojnameyek nû di qada Înternetê de dest weşana xwe kiriye. Rojname bi temamî zimanê Tirkiye û behtir bala xwe dide li ser bûyerên Kurdistanê û cihanê. Herweha gelek nivîsên bi Kurdan ve girêdayî radigihîne. Ji aliyek din ve bi hienk analîz û nirxandinan jî dikare bala xwendevana bikşîne.
Rojname bi navê KUZEY 24 derdikeve. Rojnameyek serbixwe ye û li gora tê xûyakirin rojname ne tu aliyek siyasî ve girêda ye û weşanek serbixwe pêktîne. Lê di hinek nivîsan de, tê xûyakirin ku, hinek bûyeran li gora xwe analîz dike û dibe xwedî helwestek Kurdistanî.
Kuzey24.com