Kultur

Roja helbesta kurdî li derve – 2011

 

Ji sala 1993 an de, her sal, di roja koçkirina seydayê Cegerxwîn de, li rojavayê Kurdistanê, roja helbesta kurdî  tê lidarxistin. Herwisa li derveyî welêt, li Elmanyayê, ev cara şeşane ku, bi heman helkeftinê, helbestvan û wêjehezên kurdên rojava li hevdu dicivin. Bi xwendin û guhdarîkirina helbestên kurdî dara zimanê kurdî yê şêrîn av didin û giyanên xwe yên li biyaniyê zuhabûyî didin ber barana wêjeya kurdî.

Bi navê komîta amadekar ya „ Roja helbesta kurdî li derve „ em, îsal jî, we vedixwînin bajarê Essen ê Elmanyayê, da ku roja yekşemê, 23. 10. 2011, careke din, em rojeke wêjeyî û kurdewar bi hev re derbas bikin.

Em bi hêvî ne ku di demeke nêzîk de helbestên helbestvanên ku dixwazin beşdar bibin, li ser vê E-mailê ( [email protected]) bigihêjin ber destên me.

Herweha, wê roj bi muzîk û stranên hunermend Roj Elî bi dawî bibe.

Navnîşana cihê: “ Roja helbesta kurdî li derve “ ev e:

Komela Hêlîn.  Werder   Str.  13.  45138   Essen

Dem: Katjimêr:  13: 00

Ji bo têkiliyê:  0049/01637866977.   0049/160 92 44 44 29 

    
Bi hatin û beşdarbûna we, wêjehezên Kurd, em ê kêfxweş bibin.

Komîta amadekar ya „ Roja helbesta kurdî li derve “.

Keça Kurd

Helîm Yûsiv

Elî Cefer

09. 09. 2011

Back to top button