Cîhan

Roja bîranîna qurbaniyên Şengalê

Heyva reş li ser Êzidiyan digere: Trajediyek ku qet naqede…

Di bin sîbera qonaxeke nû û trajîk a dîrokê de, di 3ê Tebaxa 2014an de careke din heyva reş li ser gelê Kurd yê Êzidî digere. Êzdî bi atmosferek di nav xwînê, bêhêvîtî, nediyarbûn, xemgînî û êşên giran de rû bi rû dimînin, rastiyek bi tirs û xof e..

Ev ne cara yekem e ku Êzîdî rastî jenosîdê tên – ev cara 74’an e. Vê carê koma terorîst a Dewleta Îslamî ye ku li pişt van hovîtiyan e. Di vê kampanya hovane de, zêdetirî 5,000 sivîl hatin kuştin û zêdetirî 10,000 jin, û carinan jî keçên piçûk, dîl hatin girtin da ku bibin koleyên seksê ji bo endamên DAIŞê.

Ew hatine girtin û bûne kole. Jin û keç li qadan wek eşya hatin firotin, heqareteke ku mirov nikare bifikire.
Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, bê şik ew kiryarên ku li dijî Êzidiyan hatine kirin jenosîd e. Sûcek e ku ji bûyerên trajîk ên Srebrenica û Ruanda jî hovtir e. Dema ku kuştina li wir di demeke kin de pêk hat, niha meseleya kuştina sîstematîk, îşkence û koletiya zayendî ya bi asteke mezin e ku ev çend sal in berdewam dike.

Pirsa ku dimîne ev e: Gelo dê careke din roj li ser Êzidiyan bibiriqe? Ev pirsek e ku divê em ji xwe bipirsin. Pêdivî ye ku cîhan tevbigere, û divê em bi hev re bixebitin da ku dawî li vê êşa tirsnak bînin û piştrast bikin ku hovîtîyên weha qet dubare nebin.

Kesên ku di vê karesatê de jiyana xwe ji dest dane bila rehma xwe li wan be…

Berzan Kockaya
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
3.Tebax. 2024
Stockholm

Back to top button