Polîtîk

Roj Nûrî Şaweys dibe cîgirê serokwezîrê Îraqê

Endamê parlamentoya Iraqê yê ser bi Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê Firyad Rewandizî ragihand ku lîsteya wan Roj Nûrî Şaweys wek namzet bo posta cîgirê serokwezîrê Iraqê pêşkeşî serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî kiriye.

Di daxuyaniyeke taybet de Firyad Rewandizî aşkere kir ku meseleya destnîşankirina namzetê bo posta cîgirê serokwezîrê Iraqê hatiye yekalîkirin û Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê Roj Nûrî Şaweys wek namzet bo posta cîgirê serokwezîrê Iraqê destnîşan kiriye.

 

 

Back to top button