Polîtîk

Rizgar serkeftina xwe diyarî her çar perçeyên Kurdistanê kir

Şeva înê 08.11.2013 pehlewanê Kurd yarîzanê Boksê Rizgar Seîd Abdullah bi amadebûna zêdetirê du hezar alîgiran li bajarê Kalmarê welatê Swêdê rûbirûyê boksorekî Sirbî bû.

Boksorê Kurd Rizgar li vê yariyê de karî serkeftineke mezin li ser Robert Halsê boksorê Sirbîstanî bi destbîne û carekî din alaya Kurdistanê bilind bike.Hêjayî gotinêye bi vê serkeftina Rizgar li Hals heta radeyeke zêde bi destxistina kembera cîhanî nêzîk bûye. 

Di derbarê serketinê de Rizgar got: “Gelek spasiya xwedayê mezin dikin ku eve çendîn car min karî bi serbilindî serbikevim wekî Pêşmergeyek biçime nava meydanê û bi navê kurê têkoşerekî Kurdistanê min karî bi serbilindî vê serkeftina mezin bi destbînim û pêşkêşî her çar perçeyê Kurdistanê bikim û spasî wan hemu kesan dikim ku alîgir û yarmetîderê min bûn

Back to top button