Fuara pirtûkan bi pirtûkên kurdî dagirtî bû
FUARA PIRTÛKAN
BI PIRTÛKÊN KURDÎ DAGIRTÎ BÛ
Li Stembolê heftiya 45an, ango ji roja 4/11/2013 hetanî 10/11/2013, Fuara Pirtûkan dest pê bûye.
Ez cara ewil e ku ez çûme vê Fuarê. Hin tiştên pêketinîyê ku min bi çavên xwe dîtin, eger hin kesnên dî gotibûna min, belkî min bawer jî nedikir.
Avahiya Fuarê, ji 7 yan 8 salonên pir mezin pêk hatiye. Her salonek 40-50 metir fireh û bi qederê 120 metir jî dirêj e. Di navê de bi sedan dikanokên piçûk bi qederê 6-10 m2 û hinek jî 15, 20 û 30 m2 hatine çêkirin.
Beşdarên Fuarê ango saziyên çandî yên pirtexlît, her yekê li gor hêza xwe dikanokek kirê kiriye û tê de pirtûk û wekî din bûjenên çandî raxistine û difiroşin.
Dema ez çav bi weşanxaneyên kurdî ketim ku hewqas zêde pirtûkên kurdî di wan de hebûn, stêrkên şahiyê ji çavên min daweribîn û gelek cewr û wehşeta li ser pirtûkên kurdî ku min bi çavên xwe dîtine, hatin bîra min.
Roja 07/11/2013 saet li dora 14.20 gava ez geham ber deriyê Fuarê, mamoste Eyhan Geverî ku li Zanîngeha Mûşê mamostetiya Beşa Kurdî dike hat û min di deriyê çapemeniyê re derbas kir. Piştre em li nava çend salonan geriyam û min gelek weşanxaneyên bi navên cihê cihê dîtin.
Piştre em çûn dikanoka weşanxaneya Nûbiharê û min kek Slêman û çend karmendên wê jî dîtin.
Piştre mamoste Ayhan bi min re hat û em çûn serdana Weşanxaneya Avestayê
Em diçûn kîjan weşanxaneyê, eynî wek mêvanperweriya kurdayetiyê, em didane rûniştandin û çay, qehwe û xwarina sivik didane me.
Weşanxaneya Sahafê ku xwedanê wê Xelîl Îbrahîm Sofuoglu ye, gelekî bala min kuşand û tê de hema bêje piraniya pirtûkan ên kevn û bi tîpên erebî bûn.
Xelîl Îmezûn mezûnê Medreseya Kurdî ye û li Stembolê medreseyeka wî jî heye, dersa ciwanên Kurd bi kurdî û ya çend feqiyên xwe yên Tirk jî bi tirkî dide.
Hêjaye bêtin gotin ku seyda Xelîl Îbrahîm Diwana Melayê Cizîrî jî bi dersîtî dide feqiyên xwe.
Piştre em çûn serdana Weşanxaneya Peywendê û xwedanê wê Rêbiwar kovareke spehî bi navê Tarixa Kurdistanê jî bi tirkî derdixe.
Gava em çûn serdana Weşanxaneya Avayê, xwedanê wê Ronî War em ezimandin hundirê dikanokê û mivanperwertiya kurdayetiyê da nîşandan.
Herî dawîm, em çûn serdana Weşanxaneya Arê û piştî suhbeteke kurt, diviya ku min xatir xwestiba û ji Fuarê çûbûba. Lê mixabin fersen nemabû ku ez ew roj herim serdana wan 7-8 weşanxaneyên dî yên kurdî.
Bi hêviya serdana saleke din…
Zeynelabidin Zinar