Hevpeyvîn

Riza Altun: Qamişlo ne bajarek Kurdiye

Riza Altun berpirsek yê bilind yê PKKê, di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameya Libnanî El Seffîr (nêzîkî Hizbullaha Libnanê ye) got, wan sîstema kantonan ji bo rojavayê Kurdistanê danîn û PKK navê kantonan li rojavayê Kurdistanê kir.Li ser navê Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê, Riza Altun got, ew ne tiştekî rast e, divê Rojava ji ser wî navî were rakirin, ji ber ku gotina Rojava tiştekî netewî ye û ew li dijî sîstemekê ne ku netewîbûn têde hebe.Riza Altun her wiha got, li Qamişlo ne tenê Kurd hene, Ereb hene… suryan hene, ji ber vê yekê ew nabêjin Qamişlo bajarekî Kurdî ye.Riza Altun got, pêwendiyên wan ji Şamê re kevinin, hîn jî hene û ew alîkariya ku Şamê dabû wan ji bîr nakin.Riza Altun di sala 1978 de tevlî PKK bûye, yek ji damezrênerên wê partiyê ye, di sala 1980 de hate girtin, 12 salan di zindanê de ma, her wiha sala 2007 de berpirsê PKK yê Ewropa bû. Ew bi eslê xwe ji Dêrsimê ye, Elewî ye û li Enqerê mezin bû ye.Niha li Qamişlo %20 Kurd mane.Avestakurd

Back to top button