Cîhan

Erdogan: Emê koka wan kor bikin

Li Beştepe qesra Serokkomariya Tirkiye Receb Tayip Erdogan bi minasebeta yad kirina “şehidên 15ê Temuzê“ civînek girsehî de axivî.Erdogan di axvtina xwe de behsa hewldana darbeya leşkerî kir û encamên wê ragihandin.Erdogan beşek axavtina xwe da xuyakirin ku, ew ne tolê hildidin lê adaletê bi cih dikin. Li gora Erdogan dayi xuyakirin ku kesên li dijê hewldanê sekinîn ji wan 237 kesa jiyana xwe ji dest daye û ji wan jî 62 polis 5 efser û 170 hemwelatiyên sivîlin. Herweha 2191 kes jî birîndar bûne.Di axavtina xwe de Erdogan gazind ji welatên biyanî kir û got, dewsa li himber rêxistina terorist a Fethollah bisekinin gazinda ji hukumetê dikin.Dawiya axavtina xwe de Erdogan got: Hinek gazinda dikin dibêjin çima hun xelkêji karên wa dûr têxin. Heta ku em koka FETO( Rêxistina Terorist a Fethollah) di dezhên dewletê de kor bikin emê wan ji dewletê pakij bikin.Em di dema rewşa awarte de jî rêya hukukê nagirin. Herksê ku bawere neheqî lê hatiye kirin dikarê bi rêya dadgehê mafê xwe bipirsê.

Back to top button