Riknê xanî ne esasiye û çele dijware !
Li Surîye qeyika Kurda ne çep û ne rast nameşê, mecrefa berepaşkî lê dixin wê çawa bi meşê? Çepgirê aqil sivik wê çawan meşin? Hinek xeybeta çêdikin û hinek kolika çêdikin û hinek çar qat çêdikin fikrû ramanekî xerabe û gelicî. “Ew bûrî çû were xwe kar bike ji nû” Cegerxwîn. Nûjen ava bikin bi hevre.
Xwedyê top û firoka hineka dikujin û hineka talan dikin û hineka sergom dikin carna jî bahsa adalet û hukuka jî dikn. Hudut ji xwerta re nîne;hin petrolê dibin, hin erdê leva dikin, hin bahrê û hin bejê dipîvin, ka dawî jî nedîyare wê di kûve derkevê?
Kurdê Çepgir û aqil sivik werin ser Rêbaza Barzanî. Riya rast netewî,Kurde warî ,Gelperwerî ye, azadi li wire. Rus hîle li we kir li Efrînê. Amerîka jî hile li we kir. Ma ne bese, Eshad jî hîle li we kirîye û wê dîse jî hîla li we kê, aqil sivikno. Rus û Amarîka ne vê derbê tenê Kurd xapandine û xaîntî li wan kiriye. Li Agirê û Mihabatê û Cezayîr Peymanê di ber çavan re derbas kin! Careserî çiye û nûjdarî bi çi tê dermankirin? Yekîtîye, yekîtî û şêwre.
Ma gelo van hinek aqil girtin tecrûbe sitandin eceba, wê vegerin riya netewî ban gelê xwe bikin û bêjin em bi ser neketin ka îca em bi hev re, hûn rêkê bifesilênin em çawa bikin wê hebê ev raman di serê wan de hebê? Ku bakin Barzanî û yekîtîkê çêkin û bakin nav netewî derd û doza xwe bibne ber deryê dewletê netewî yek girtû. Lê ez wî cewherî di rûwê wan de nabînim, ku namûs di pozê wan bigerê.
Li nav û dengê xwe digerin li dinyayê bahsa wan bikin çapemenî bêjin wa PKKe PYDe şer dikin. Ev ji wan re bese, rayê wan li ser rûwê erdêne kûr naçin ku baran salekê nehat wê bi qermiçin û dawî hişk bibin. Her kesî wan naskirîye bûne ê piyasê ji kêre pêwîst dibin ban wan dikin wesfê wan didin heta ku îşê xwe bi wan qedandin dûvre pihînkê li wan dixin dibê de herin hûn ne tu hostane!
Ê ku bi xwe re xaîn û bi gelê xwe re xaîn bin û xwe bi xapênin û gelê xwe bixapênin mere ji wan re bêjê çi? Lê bela gelê mere jî ne hewqasî cahîl û razayî bê! Ev ne roj û mih û sal ev bûne şuxlê dihsala. Ma qey mêjî di serê wande tuneye, ma ka di serê vî gelîde ye?
Bese lawo bese ma hetta hengî bi vî rengî? Ma qey hûn hêkê mirîşka û qaza jev nasnakin. Ma çi fêde hûn li kesekî nahisênin. Kuro meznê dinyayê xwedî soz û biryar dibêjine we “Hûn ne terorin.” Lê hûn dibêjin,belê “Emteroristin. Ey PYD mademkî ku hûn ji sîyasetê fêm nakin ji xwe re bişêwirin, bişêwirin şêwir ne eybe. Di nav Kurda de lîderê xwedî aqil û xwedî sîyaset hene, ewê xwedî zanyarî û rêberîyêne ew bese ku Kurd bê û netewparêz bê ew riya xerab nadê ber we, bela kijan partîbe , fikir çibe bela ewbê.
Ey PKKe PYDe we mala miletê xwe xerakir bi vî aqilê seqet û vê aksa beletewş. Ma hûn li navê PKKê digerin ku hema navê wan li dinyayê hebê bêjin wa şer dikin, an hûn li xelaskirina gelê Kurd digerin ku ji zulmê xelasbê hûn kîjanê dikin? Amarika ev sed sale ku bi Marksizmê re û Lelînizmê re şer dikê, bi milyar dolaran arîkarî dida Tirka li pêşberî Sosyalizmê ,ji bo ku ne li Tirkîye û nel Rojhilata Navin Sozyalizim çênebê.
ABD dewleta Tirk li ser linga girt ji xwe re kire wargeh ji bo ku li dijî Sowyetê xebatê bikê. ABD nehişt ku Sowyeta Komonist pêşkevê û nehişt gelê Tirkiye nêzîkî sozyalizmê bibin. Amarika arî PKKê kir ku belkî ez van vegerênim ji vê rîya xelet, heger vegerin ev palene başin ezê van hem bi karbînim û hem wan biparêzim! Lê mixabin PKK ji wî vikrê xwe î xerabe nevegera û xwe rast nekir û xwe neguherand heta ku ev anî serê xwe û gelê xwe.
Qenç bi fikirin ABD ji Çepgira gelekî acize û PKK çepgire Marksizme û Lelînîzme, ka wê çawa li hev bikin? Ma ev memkûne na çênabê, çênabê. Amarîka berjewendîye xwe nadê bi PKKê dev ji Tirkiye naberdê û bi dev Rusve naberdê. Û Rus jî Eshad nadê bi PYD û Tirkan jî nadê bi PKKê û PYD berjewendiya xwe A Derya Sipî pêwîstiya wî bi Tirkan heye ew jî kûr difikirê! Ev dewletin bi sedsala difikirin û hesabê xwe dikin. Ew akilê wan ne wekî ê PKKê ser kumê wan reye. Ev dewlet li berjewendîye xwe kûr û dûr difikirin berberiya insana nakin ku berjewendî hebê, li heyfa nagerin, ku karê wan hebê, bi yarê diya xwe re bazara dikin.
Dawî ku yekîtî di nava Kurda de hebê, bibne yek Amerîka û Rus jî ku tam fêm bikin Kurd bûne yek fikir û yek raman hingî temayî di axa wan de heye. Hingî wê hem Kurda parêzin û wê wan perwerde kin li ser siyaset û leşkerî jî bi her ewayî wê dewlet arîkarîyan wan bikin.
Temayî gelek di welatê Kurda de heye lê mixabin Kurd nizanin bi kar bînin. Ku tişkî ji wê sifra dewlemend şanî dewleta bikin wê dewlemendîyê bi parêzin hin ji bo xwe û hin ji bo Kurda. Lê destê Tirk û Pers adi nav Kurda deye nahêlin nahêlin! 29.10.2019
Dilciwan Helbest