Polîtîk

Divê rêz li wan şervana bê girtin ku Suriye parastine

Fermandehiya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de, bersiva bang û daxwaziya Wezareta Berevaniya ya Sûriyê da, ku daxwaz ji endamên HSDê kiribû tevlî rêzên Artêşa Sûriyê bibin ji bo rûbirûbûna êrîşên Tirkiyê.

HSD di daxûyaniya xwe de dibêje: “Em yekgirtîbûna hewlan bo parastina Sûriyê li dijî Tirkiyê bilind dinirxînin, lê rêkxistina hêzên leşkerî divê di çarçoveya çareseriyeke giştgîr de be.”

HSDê herwiha ragihandiye ku divê rêz li wan şervanan bê girtin ku Sûriye parastin û DAIŞ şikandin û diyar dike, “Hêzên Sûriya Demokratîk hêzeke leşkerî ya temam û rêkxistî û bi dîsîplîn e û li cihê Sûriyê û hemû cîhanê li dijî DAIŞê şer kir û xilafet şikand.”

HSD rexneyên tund jî li wê banga hikûmeta Sûriyê digire û dibêje: “Pêwîst bû hikûmet bang li Fermandariya Giştî kiriba ne li şervanan.”

Fermandariya HSDê dibêje: “Banga Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê weke vê yekê tê ku lêborîn ji bo tawanbaran û terorîstan derxistibe, lewra em vê şêwaza daxwaza tevlîbûna Artêşa Sûriyê red dikin.”

Ev daxuyaniya HSDê piştî vê yekê tê ku wezaretên navxwe û barevaniyê yên Sûriyê, bang li şervanên HSDê û asayîşa Rojavayê Kurdistanê kiribû ku tevlî artêşa Sûriyê û polîsan bibin.

Back to top button