Nivîsar

Rexneyên Tevgera Goran nebûn kiryar

Deme Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Giranê ji YNKê veqetiya û cudabû, tevgerek nû û ”modern” bi navê Tevgera Goran pêkanî û ew bi xwe   hilbijartin bû serokê wê tevgerê. Navê xwe kir Goran ku qaşo sîstema herêma Kurdistanê biguherin û hertim endamên wê Tevgerê digt ”eygorîn”.

Tevgera Goran yekemîn car di 25.07.2009ê beşdarî di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de kir û nêzîkî 25 kursiyên parlamentoyê bi dest xistin û ev rêjeya ji bo tevgerek nû rêjeyek nepêşbînî kirîbû.

Tevgera Goran a bi serokatiya Newşêrwan Mistefa beşdarî di kabîneya heftem de nekir û li parlamentoya Kurdistanê xwe weke opozisyon îlan kir.

Di hemû civînanên parlamentoya Kurdistanê, tevegra Goran rexneya PDKê û YNKê dikir ku, her du parityên desthilatdar hemû posteyên îdarî di navebra xwe de 50/50 dabeş kirine. Tevgera Goran PDK û YNK bi partiyên kilasîk û nedemokaratîk wesif dikirin û ji cemawerê xwe re digot ku, qaşo PDK û YNKê hurmetê jiencamên hilbijartinan re nagirin û bi kêfa dilê xwe postên îdarî yên herêma Kurdistanê di navbera xwe de dabeş dikin.

Ango serê ziman û binê zimanê tevgera Goranê rexneya partiyên hîngê desthilatdar bûn.

Lê gelo nuha çi qewimî? Çi çê bû? Çima tevgera Goran hurmet ji encamên hilbijartinan re negirt û wê jî digel YNKê hemû posteyên îdariyên wîlayeta Silêmaniyê bi 50/50 di navbera xwe de dabeşkirin.

Çima Goranê ji YNKê re negot: Me di hilbijartinan de zêdetir deng bi dest xistine û divê dabeşkirina postan li gor encamên hilbijartinan be. Li gor encamê hilbijartinan viya bû waliyê Silêmaniyê ji tevgera Goran be, lê çi qewmî Goranê du sal bi du sal digel YNKê parve kir? Eve bû encamê rexneyên Tevgera Goranê? Ka gelo we çi guhert? We xwe xapand û endamên xwe jî xeyalşikestî kirin.

Back to top button