Polîtîk

Ew du kes ne DAÎŞ bûn YNKî bûn

Îro roja îniyê 12.012.2014ê li gundê Tilwerdê ser bi wîlayeta Kerkûkê ve, pêşmergeyên Kurdistanê du kes giritn ku dixwestin ji Tilwerdê biçin gundê Kareba û bikevin nav rêzên çekdarên rêxistina terorîstiya DAÎŞê. Ev nûçeya bilezgînî di mediyayê û bi taybetî di mediya başûrê Kurdistanê de hat weşandin: ”pêşmergeyên baskê Tilwerdê du çekdarên DAÎŞ ku bi eslê xwe kurd in girtine û lêpirsîn digel wan her du kesan dest pê kiriye.”

Li gor Rudawê, wan her du kesan dixwest ji Tilwerdê debasî gundê Kareba bibin û bigehin DAÎŞê, lê piştî lêkolînê diyar bû ew her du kes endamên partiyeke kurdî ne û dinivîse: Her du kes kurd in û dixwest ji Tilwerdê biçin gundê Kareba nav çekdarên DAÎŞê, lê hêzên pêşmergeyên Kurdistanê li baskê rojavayê Kerkûkê ew her du kes giritn û piştî lêkolînê diyar bû endamên partiyeke kurdî ne:

 Kemal Kerkûkî dibêje ku, Lêkolîn digek wan her du kesan ahtiye kirin û ew her du kes endamên Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê ne, ne DAÎŞ in û her du kes hatien azad kirin.

Back to top button