Rewşenbîrên Silêmaniyê daxwaza biherêmkirina Silêmaniyê dikin
Beşek ji nivîskar û rewşenbîrên wîlayeta Silêmaniyê daxwazê ji berpirsên îdariyên wê wîlayetê, civata wîlayeta Silê,mnaiyê, dikin ku ji bona biherêmkirina Silêmaniyê referendomê bikin.Rêbîn Herdî yek ji nivîskar û rewşenbîrên naskiriyê bajarê Silêmaniyê ye di daxuyaniyeke xwe de ku li malpera fermiya Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanêd e hatiye weşandin dibêje:- Bi baweriya min çareseriya rasteqîne ji bo rewşa herêma Kurdistanê ewe ku civata wîlayeta Silêmaniyê ji bona biherêmakirina wîlayeta Silêmaniyê referendomê bike û sîstema xwe ya siyasî ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) cuda bike. Êdî pêwîst nake xûna tu kesan birije û pêwîstî bi vê hemû dijminatiyê jî nake.Herdî di daxuyaniya xwe de dibêje ku eger Silêmanî ji PDKê cuda bibe dê Silêmanî jî rehet be û dê Duhok û Hewlêr jî rehet bibin.Weke tê zanîn ev nivîskar û rewşebîrê kurdê Silêmnaiyê û hevfikrên wî eynî li dehola tevgera Goranê didin û dixwazin Silêmaniyê ji başûrê Kurdistanê veqetînin.Lê ew jibîr dikin ku eger Silêmanî bibe herêmek serbixwe jî, rehet nabe û dê alozî di navbera Goran û YNKê de derkevin, ka dê kî li wê herêmê bala dest be.