Nivîsar

Rewşa Sûriyeyê nirxand

Duhî li Selahedînê, Mesrûr Barzanî pêşwazî li heyeteke wezareta derve ya Brîtanyayê a bi serokatiya berpirsa dosyeya opoziyona Sûriyeyê ya wezareta derve xanim Fransis Gaia kir.

Di hevdîtinekê de ku, konsulusê Brîtanyayê yê  Hewlêrê jî tê de beşdar bû,  Mesrûr Barzanî, ji bona  baştir di warê çareserkirina pirsgirêk û aloziyên Rojhilata Navîn de têgihiştineke hevbeş hebe û hemû alî hev du fêm bikin, tekîd li ser berdewamiya hevdîtinên  di navbera London û Hewlêrê de kir.

Mesrûr Barzanî û heyeta mêvan a brîtanî, rewş û aloziyên li Sûriyeyê jî nirxandin û tekez li ser vê yekê kirin ku, pêwîste hikûmet û opozisyona Sûriyeyê xwe ji kar û kiryarên şidetê li dijî hev dûr bixin û ji bo çareserkirina rewşa heye bi awayekî cidî  ji bo diyalog û danûstandineke nîştimanî hewil bidin, reform û guhertinên sereke di nava pergala Sûriyeyê de bikin û bi beşdariya tevahiya pêkhateyan welat ber bi paşerojeke baştir ve bibin.

Heyeta brîtanî hewldanên serokê Kurdistanê  Mesûd Barzanî, ji bo komkirina aliyên kurdî yên  Sûriyeyê û sazkirina kongreyeke birfire bo wan, bi hewldanên girîng û erênî wesif kir û diyar kir ku, merca sereke ya serok Barzanî bo piştgîrîkirina kurdên Sûriyeyê merceke girîng û sereke ye û ev yek jî nîşaneya rola girîng a serok Barzanî ye.

Her du alîyan helwesta welatên cîran û cîhanê ya di derbarê rewşa Sûriyeyê de jî nirxandin û tekez li ser vê yekê kirin ku, pêwîste welatên cîhanê bo bidawîanîn rewşa aloz ya Sûriyeyê helwesteke rûn û eşkere diyar bikin.

 

Back to top button