Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawî de 54.562 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tesbit kirin û 243 kes jî bi Koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Şêva 12.04.2021ê Wezîrş Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên ragihand. Wezîr da xûyakirin ku,di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 301 hezar û 68 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 54 hezar û 562 ji wan pozîtîv bûye.
Li gor amarên nû, ji duh heta îro 243 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 41 hezar û 218 nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.
Herwiha heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 3 milyon û 903 hezar û 573 kesan û 34 hezar û 182 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 3 milyon û 372 hezar û 629 kes jî ji vîrusê baş bûne.