Çalakvanên jinan dibêjin ji bona şopandina dosyeya wan jinên kurd yên êzidî ku, ji aliyê rêxistina terorsîtiya Bi navê Dewleta Îslamiya Îranê (DAÎŞ) ve hatine revandin, piştgitiya navdewletî pêwîste.

Di dawiya tîrmehê û tebaxa îsal de, rêxistina terorîstiya DAÎŞ êrîşên hovane kirin ser bajar û gundên kurdên êzidî û di encam da hijmareke mezin ya jin û keçên êzidî ji aliyê wê rêxistina terorîst ve hatin revandin. Li gor hin çavkanî û zaniyariyan ew jin û keçên êzidî di rewşeke derunî û fisikîya dijwarde dijîn û bi darê zorî weke kuleyên seksî bikatînin û tên îşkincedan.

Di daxuyaniyekê de bo malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê, Nezend Begîxan rawêjkara serokwezîrê herêma Kurdistanê bo karûbarên xandina bala û pirsên jênder (gender) û endama konseya mafên jinan dibêje: ”Niha civaka navxwe û navdewletî haydarî wan kiriyarên qirêj in” û dikare ew tawan weke tawanên dijî mirovatiyê bên nas kirin û divê ji aliyê Neteweyên Yekgirtî û dadgeha tawanan ya navdewletî jî ve bi wî awayî bên naskirin.

Ji ber rewşa serbazî û emnî, amarek (statistics) timam ya hijmar û cîyên qurbaniyan  li ber dest nîne û li ser vê mijarê Pexşan Zengene sekretera giştiya konseya balaya karûbarên xaniman ji mlalpera hikûmetê re dibêje ku, li gor îfadeyên kurdên êzidîyên koçber bûne, hijmara qurbaniyan di navbera 700-1000 kesan de ye û li ser cîyê mana wean jî Zengene dibêje ku, li gor hin çavkaniyan dibe ew qurbanî li girtîxaneya Badoş li Mûsilê bin û hindek jî li Telefe bin û gelek bo nav Suriya birine.

Li gor Nezend Begîxan, rêxistina DAÎŞ weke taktîka cengê ew tawan li dijî jin û keçan kirine û ji bo destdirîjîkirina ser wan stratejîyeke bernamedarêj heye. Taktîka revandin û destdirîjiyên seksî bo ser jinan di dema cengê de, li gor biryara 1325 sala 2000ê û biryara 1820 sala 2008ê, ji aliyê Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekgirtî ve weke gefeke bo ser aştiya cîhanî hatiye nas kirin.

Pêngavên herêma Kurdistanê

Nezend Begîxan dibêje: Hikûmeta herêma Kurdistanê grûpek ji nûnerên wezareta edaletê, navxwe, karûbarên civakî û wezareta karûbarên şehîd û anfalkiriya pêkanîye.  Serokwezîrê herêma Kurdistanê nûnerê xwe yê taybet bo karûbarên koçberan li Duhokê (piraniya koçberan li wir hatîne hewandin)  destnîşan kiriye. Karê wê grûpê û ofîsa nûnerê serokwezîr helsengandina pêdawîstiyan û dabînkirina alîkariyên acil û komkirina zaniyariyan li ser ew binpêkirinên li dijî mafê mirovî ji aliyê terorîstasn ve hatine kirin e. Ew çalakî dosyeya jinên kurdên êzidî yên ji aliyê DAÎŞ ve hatine revandin jî li xwe digire.

Pexşand Zengene dibêje: Konseya balaya karûbarên xaniman her ji destpêkê li ser astê navxwe û navdewletî kampaniya encam dane. Bi berdewamî hevdîtin digel nûnerên Neteweyên Yekgirtî li Bexda û Hewlêrê pêkanîne û li ser pirsa jinên revandî zaniyarî ji wan re dane. Daxwaz ji dewletên erebî û herêmî kiriye ku, bi dijwarî kiryarên DAÎŞ şermezar bikin helwestên xwe li dijî kiryarên terorîstan yên bi navê îslamê dikin, rabigehîn in.

Konseya balaya xaniman digel serokeşîrên civaka kurdên êzidî hevdîtin encam dane ji bona encamdna kampaniya bilindkirina hişiyariyê di nav wan de daku ew jinên revandî weke rizgarbûyên terorê qebûl bikin, û dema ew jin ji destê terorê rizgar dibin civak wan dinav xwe de werbigire.

Nûnerên hikûmetê û parlamnetoya Kurdistanê dîdar digel endamên dadgeha Tawanan ya navdewletî ji bona bidestveanîna piştgiriya navdewletî ji bo naskirina ew tawanên ji aliyê DAÎŞ ve li dijî êzidî, mesîhî, şebek û kakiyan hatine kirin weke jênosîda nas bikin.

Nezemd Begîxan tekîd dike ku, pêwîste ji bona komkirina zaniyariyan û zanîna rastiya komîteyek li ser astê navdewletî ji şareza û pisporan bê damezrandin û ew komîteye lêkolîn bike, belgename û gotinê şahidan kom bike û giringiyê bi destdirêjiyên seksî dijî jinan û hemû belgenameyên pêwîst kom bike daku, tawanbar bên dadgeh kirin û ew tawna li ser astê navdewletî weke jênosîda bên naskirin.

Li gor Begîxan, pêwîste ev pirosese mekanîzma çareserkirin, berhevkirin, parastin, tezmînatdan û vegerandina wan jinan bi nav jiyna normal li xwe bigire: ”pêwîste bi lezgînî ew kar bên encam dan, ji ber ku li gor zaniyariyên me heta nuha 33 jin ji girtîxaneyên DAÎŞ revîne û bêy wergirtina alîkariyên pêwîst, xwe gihandiye nav malbatên xwe.

Ji bona dadgehkirina tawanbaran û bijênosîdanaskirina wan twanan ji aliyê civaka navdewletî ve hikûmeta herêma Kurdistanê amdeya hemû hevkariyê digel ajansên navdewletî bike. Bi heman awayî pêwîste hikûmeta Îraqê bêdengiyê bişkîne û îtîrafê bi metirsiya rewşa heye bike û ji encamdana çalakiyên hevbeş û dabînkirina mekanîzma alîkarîkirina qurbaniyan digel hikûmeta herêma Kurdistanê hevakriyê bike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: