Polîtîk

Barzanî ji bo piştevaniya hêza asmanî ya Kobanê spasiya Amerika kir

Îro pênçşem 16.10.2014 li bajarê Dihokê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Tony Blinken Cîgirê Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Brett McGurk Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka yê karubarê Iraqê û Stuart Jones Balyozê nû yê Amerîka li Iraq û ji hejmarek dîplomat û Şêwirmendan pêkhatibû.

Li hevdîtinê de ku rêzdar Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Dr Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê beşdar bûn, di destpêkê de Cîgirê Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Amerîka xweşhaliya xwe derbirî û ji bo rexsandina derfeta vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û ragihand ku silavên Serok Barack Obama û birêz Joe Biden Cîgirê Serokê Amerîkayê ji bo Serok Barzanî û gelê Kurdistanê aniye.

Tony Blinken li dirêjahiya axaftina xwe de spasiyên Amerîkayê ji bo wê hevkarî û hemahengiya li navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê li şerê dijî terorîstan li holê daye, ji bo Herêma Kurdistanê derbirî û ragihand: Em ji nêzîk ve şahidê wêrekî û azayetiya Pêşmergene û şanaziyê dikin ku li şerê dijî terorîstên Da’îş da dikarîn hevkar bîn. Paşê Cîgirê Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Amerîka daxwaz ji Serok Barzanî kir dîtin û nêrînên xwe yên di derbarê rewşa niha bixe rû, bo ku ew ji bo wan bibê ber çavrûniyeke zêdetir.

Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina şandê, ji bo wê piştevaniya ku pêşkêşî Kurdistanê kirine spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Obama û Cîgirê Serok û gelê Amerîkayê kir û ragihand: Ji bo me cihê şanaziye ku pêkve li yek sengerêdane li dijî rêxistina dirinde û terorîstiya wekî Da’îş ku li ruyê îmkaniyatê ve wekî dewleteke.

Serok Barzanî ragihand: Da’îş rêxistineke ne nû ya terorîstiye, belku dirêjkerê Qa’îdeye û zêdetir jî xwe rêkxistine, ji bo wê yekê her çende nakokiyên wan yê fîkrî jî hebê lê belê her dû jî ji yek çavkaniyê hatine.

Serok Barzanî bi hurî behsa sedemên bi lez li Iraqê belavbûna terorîstên Da’îşê kir û ragihand ku geşkirin û bihêzbûna wan li Iraqê bi sedema wê siyaseta şaş bû ku Hikûmeta berê li Iraqê encam da û bûye sedema xweşkirina bingehê ji bo geşkirina Da’îş li hinek navçeyan da û behsa wan hişdariyan jî kir ku nêzîkî berî salek ji niha wekî agahdarkirina ji metirsiyên xwe amadekirina terorîstan li sînorê parêzgeha Mûsilê, ji bo Hikûmeta Iraqê şandibû, lê belê wan hişdariyên me piştguh xistin.

Serok Barzanî ragihand ku eger çareseriyekî siyasî ji bo nerazîbûnên navçeyên sûnnenîşînan hatiba kirin Da’îş nedikarî bi vî awayî geş bike, lê belê siyaseta şaş ya Serok Wezîrê berê yê Iraqê beranber nerazîbûnên wan navçeyan bûne sedema wê yekê ku zêdetirê sûnneyan wekî rizgarîbexşek temaşa Da’îş kirin û li dora wî kom bûn.

Serok Barzanî eve jî xisterû ku Hikûmeta wê demê ya Bexdayê şûna çareserkirina sedemên wê şikesta li ser artêşa Iraqê da hat, hewl da şikesta siyasetên xwe û artêşê bi wê ve perdepoş bike ku tomet ji bo Herêma Kurdistanê helbestê bi wê yekê alîkariya serkirdeyên neraziyên Sûnne daye, li demek da Herêma Kurdistanê berê penageha lêqewimiyên şî’e bûye û niha jî sedanhezar lêqewimiyên navçeyên cûda cûdayên Iraqê ji pêkhatên olî û neteweyî û etniyên cûda cûda ji tirsa teror û zulmê, xwe spartine Kurdistanê û bi hanaçûn û hewandina lêqewimiyan li cem xelkê Kurdistanê bingeheke miroviye û li paşarojê jî her wiha dibe.

Serok Barzanî di derbarê êrîşkirina Kurdistanê ya ji aliyê terorîstên Da’îş ve ragihand ku terorîstan bi wan çekên pêşketî ku ji şikandina her dû artêşên Suriye û Iraqê bi destxistibûn êrîşî Kurdistanê kirin, bi wê sedemê jî ku Pêşmerge çekê pêşketî û giran bi berdest da nebû, li yek dû rojên destpêkê de terorîstan karîn li çend navçeyekî pêş bikevin, lê belê piştî wê yekê ku hêza Pêşmerge neku her rê li pêşketina terorîstan girt belku ketin rewşa êrîşbirinê û niha zêdetirê wan navçeyan hatine azadkirin ku terorîstan dagîr kiribûn û ew cîhên heta niha jî dagîrkirîne têne azad kirin. Serok Barzanî tekez kir ku terorîst ne tenê li bereya şer de li gel Kurdan de şikiyan û li cîhîn din jî tu bergiriyek beranber Da’îş nayê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê eve jî ragihand ku nabê Iraqî tenê çavê wan li destê Pêşmerge bê ji bo şikandina terorîstên Da’îş, ji ber ku em navçeyên xwe azad dikin û nabê ew her temaşevan bin û pêwîste xwe rêk bixin û navçeyên xwe ji Da’îş paqij bikin.

Li vî derbarî de Serok Barzanî got: Pêşmerge karî êw ramanê bişkênê ku qaşo Da’îş gelek bi hêze û naşkê, ji bo wê yekê niha divê Iraqî ji wê tirsê xelasbin û êrîş bikin ser terorîstan, ji bo wê yekê jî pêwîste artêşa Iraqê bê rêkxistin bi cûreyek ku xortên hemû pêkhatan têda hebê û planekî hevbeş bi beşdariya hemû aliyan hebê.

Serok Barzanî tekez jî kir ku tenê kirdara serbazî ji bo şikandina Da’îş ne bese û pêwîste çavkaniyên darayiyên wan bêne hişk kirin û rêya hatina terorîstan jî li nav wê rêxistina terorîstî bê girtin.

Paşê Serok Barzanî spasiyên xwe pêşkêşî Amerîka kir ku ber bi daxwaziyên me ve hatin ji bo pêşkêşkirina piştevaniya hêza asmanî ya bajarê Kobanê û rê nedan Kobanê bikevê destê terorîstên Da’îşê, tekez jî kir ku lêdana terorîstan li nav axa Suriye gelek girînge bo ku terorîst li nav Iraqê nekarin Suriye wekî penageh bikarbînin.

Ji aliyê xwe ve Cîgirê Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Amerîka ji bo rûnkirinê spasiya Serok Barzanî kir û ragihand ku eve berçavrûniyekî gelek mezine ji bo Amerîka. Her wiha ragihand: Dema terorîstan êrîşî Kurdistanê kirin, Serok Obama ji me re got divê Hewlêrê biparêzîn û me erkê ser milê xwe bi cîh anî, niha jî Amerîka û Kurdistan rêyekî dirêj ya hevkariyê li pêşiya wane û pêkve li gel hevpeymanên me serkeftinên mezintir bi dest tînin, spas ji bo hevkarî û hemahengiya we jî ku we karî telîsma Da’îşê têkbişkînin, serkeftinên we gelek mezin bûn û pêwîste peyama wan serkeftinan bigihe hemû dinyayê heta hemû terorîst bi xeyala serkeftina berdewam ve têne nav Da’îş bizanin ku Da’îş ne hêzeke bikarê her li serkeftinê da bê.

Tony Blinken her wiha got: Hêviya me eweye artêşa Iraqê jî bigihe wê astê wekî Pêşmerge bikarê bikevê rewşa êrîşîbirinê, balkişand li ser wê yekê jî ku ji artêşa Iraqê li navçeya Bêcî xweragiriyê kirin. Hêvî jî xwest ku Hikûmeta nû ya Iraqê bikarê li dema pêkanînê ve û rêxistina artêşa Iraqê da hevsengiya hemû pêkhatan berçav bike da ku bibê artêşeke nîştîmanî ji bo hemû Iraqê.

Her wiha ragihand: Ji niha de hevpeymaniya navdewletî ji 60 wilatan pêkhatiye ku her yek ji wan li ruyê serbazî û hişk kirina çavkaniyên darayî ya terorîstan û rê girtina li hatina terorîstan li nav Da’îş, erkekî girtine stûyê xwe, ji bo wê yekê bi wê hemahengî û hevkariya di navbera me de dikarîn terorîstan têkbişkînîn.

Behskirina proseya siyasiya li Iraqê û pêkhatina hikûmeta nû û peywendiyên Herêm û Bexda mijareke dinê kombûnê bû û her dû alî hevrebûn ku pêwîste ew bernameya li dema pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê da hatiye ragihandin bê bi cîhkirin û kêşeyên di navbera Herêm û Bexda bêne çareser kirin.

 

 

Back to top button