Rewşa Iraqê di krîza Îran û Emirîkayê da
Elî Belo perlamenter û serokê komsiyona neft û gazê yê berê di parlamentoya Iraqê de, ji Malpera Bergeh re dibêje ku, piştî dagîrkirina iraqê ji layê Emerîkayê ve li Nîsana 2003 ê bo egera zalbûna partiyên şî’e yên terefdarên Îranê li Bexdayê, Emirîka hewlda evê desthelatê kêm bike.
Lê peydabûna rêxistina Qa’îde li deverên ku Sûne lê dijîn û dijatiya wan li himber Emirîka yê, ew hewildan hatin paş êxistin û heta paşî Emirîkayê li ser dema Obama û Nurî Malikî di sala 2011 ê da rêkeftina siratîjî îmza kir û leşkerê Emirîkayê xwe ji Iraqê vekêşiya û valehiyek li Iraqê peyda bû.
– Îranê mifa ji wê valahiyê dît û bi yekcarî kontirola Iraqê kir û heta destê xwe xiste nav welatên din yên Ereban da jî, weko Suriya, Libnan, Yemen, Behreyin û heta Siudiyê jî. Lê belê piştî Li Whashingtonê Donald Trump desthilat wergirt, balans hate goherîn. Emerîka li 9 ê Gulana 2018 ê ji peymana Newewî(Atomî) vekişiya û çend qonaxên embargoyê li ser Îranê sepandin.
Iraq dê çawa bikaribe Emirîka û Îranê razî bike û di heman demê da Emirîka dê çawa bikaribe Iraqê neçar bike ke pêgîriyê bi abloqeya li ser Îranê bike.
Elî Belo dibêje:
– Îro Iraq di rewşeka xirab da ye, hewl dide “ darî di nîvêrê bigire” ji layekî ve Emerîka bi vê çendê neraziye , ji layê dî ve hêzên şî’e yên çekdar di nav rêzên “ Heşda Şe’bî” da weko Bedir, Hizbullah, Esayib EhlulـHeq, El Nuceba û htd, ji Iraqê razî nabin, her çendê hindek ji van hêza di lîsta terora Emirîkayê da ne, weko Hizbullaha Iraqê û El Nuceba.
Eger Iraq terefê Îranê bigire, Emerîka dê weko Îranê reftarê di gel bike, weko ragirtina harîkariyên aborî û hilgirtina parastina darayi ya Iraqê li cîhanê. Dê bi vê helwesta Emerika Iraq di carekî de hilweşe.
Eger Iraq terefdariya Emerîkayê bike, ew hêzên alîgirên Îranê piraniya dengan di nav perlementoya Iraqê da heye, dê hukumeta Iraqê hilweşînin û serokwezîrê niha Adil Ebdulmehdî bidin aliyekî. Ji ber hindê rejîma Iraqê di navbera “ Nal û Bizimarê da ye “
Piştî embargoya Emerikayê li ser Îranê, qonaxa dûyê, ketiye warê praktîkê da, yekser wezîrê derve yê Tirkiyê serdana Hewlêrê kir û digel berpirsên herêma Kurdistanê civiya. Ma gelo Kurdistan dikare bibe bedîlê Îranê di warê dabînkirina neftê û enerjiyê da?
Parlamanterê berê û serokê komsiyona neft û gazê li parlamentoya Iraqê dibêje:
– Roja 7ê Gulana 2019ê serdana Michael Pompeo wezîrê derve yê Emirîkayê ya neberwext û ji nişkave bo Bexdayê , di dema destpêkirina qonaxa duyêm ya embargoyê li ser Îranê ji ber çend egera bo ye.
1- Nabe Iraq enerjiyê ji Îranê bikre û arîkariya deravî di gel bike.
2- Nehêlana destêwerdana Îranê di karubarên Iraqê da
3- Divê Iraq berjewendîyên Emirîkayê û hemwelatîyên wê li nav xaka xwe ji terefdarên Îranê û ji Îraniyan biparêze.
4- Divê Iraq di rêka Kurdistanê ra petrolê ji bo Tirkiyayê dabîn bike.
Sebaret bi xala çarê, bi nirxandina min; petrola Kurdistanê di gel hindek ya Kerkûkê bi asanî dikarin hemî pêwîstîyên Tirkiya ji neftê dabîn bikin . Çûnku Tirkiya tenha pêwstî rojane bi nêzîk 700 hezar bermîl neft heye, niha nêzîkî 230 hezar bermîl neftê rojane ji Îranê dikire.
Kurdistan rojane nêzîkî 450 hezar bermîl petrol rêdike Turkiye û Iraq jî niha 100 hezar bermîl bi rêka Kurdistanê rêdike Turkiye û Iraq dikare zêde bike heta 300 hezar bermîl petrol bi rêka Kurdistanê rêbike Tirkiye û bi vê çendê Kurdistan dibe bedîlê Îranê .
Ji ber vê çendê wezîrê derve yê Tirkiya serdana Hewlêrê kir û di bin Alaya Kurdistanê da bo cara yekê pişitî referendumê di 2017.09.25 da, digel berpirsên herêma Kurdistanê civiya .
Kurdistan cîhekî mezin heye li ser nexşeya wîzeya(Enerjî) cîhanê da û nêzîkî 45 miliyar bermîl petrol weke ihtiyat (rezerve) heye. 6 trilyon metra sêca gaza siruştî heye.
2019.05.10