PolîtîkRojev

Rewşa girtîgehan: Mixalefet û AK Partî li ser çi li hev nakin?

Pakêta yasayên cezayan ku tê de berdana kesên beriya 31ê Tîrmeha 2023yan ketine girtîgehan, girtiyên nexweş û girtiyên temen mezin û rêziknameya tawanên dubare jî cih digire ji aliyê MHP û AK Partiyê ve hatiye amadekirin.

DEM Partî di wê baweriyê de ye ku paket têrê nake. Aliyên din jî daxwaza reformên cidîtir dikin. Parlementerekî AK Partiyê got: “Heger gotûbêj berdewam bikin, her tiştê pêwîst dê were kirin.”

Piştî biryara çekdanîn û xwefesixkirina PKKyê, yek ji mijarên ku di çarçoveya pêvajoyên çaksaziyê de tê gotûbêjkirin rewşa girtîgehan e.

MHP AK Partî û dixwazin rê li ber berdana 50 hezar girtiyan vekin

Wezîrê Karên Dadê dibêje ku ew li ser 10emîn pakêta reforman dixebitin û dibe ku rê li pêşiya azadkirina 50 hezar heta 55 hezar kesan vebe.

Parêzer Yusuf Dere got, “Niha 400 hezar kes di girtîgehan de ne lewma jî li girtîgehan pirsgirêkên mezin hene.”

Li gorî xebatên hikûmetê, di nav girtiyên ku dê azad bibin de hinek girtiyên siyasî jî hene.

Gelek parlementerên AK Partiyê jî difikirin ku pêwîstî bi sererastkirina rewşa girtîgehan û yasayan heye.

Parlementerê AK Partiyê Muhammed Mufît Aydin got “Çi pêwîst be dê bê axaftin. Dibe ku hinek kesên mexdûr jî hebin, divê em rewşa wan bizanin. Ji niha ve tiştekî bêjim ne maqûl e lê bi axaftinê dê hemû derkevin holê.”

Mijara girtîgehan û pêvajoyên çaksaziyê di nav mixalefetê de jî mijarek germ e. DEM Partî ji AK Partiyê    dixwaze ku gavên li gorî pêvajoyê bên avêtin.

DEM Partî: Gav li gorî pêvajoyê bên avêtin

Partiya Saadetê jî amade ye ku piştgiriya yasayên di vê derbarê de bike.

Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tayyîp Temel got, “Tiştê ku bê kirin divê yasa, qanûn û pakêtên ku tên parlamentoyê xizmeta vê pêvajoyê bikin. Divê xizmeta aştiya civakî bikin.

Mijareke sereke ku dê aştiya civakê pêk bîne jî neheqiyên li girtîgehan in.”

“Divê rewşa nexweşan bê nirxandin”

Parlementerê Partiya Saadetê Cafer Guneş jî wiha got,”Cihê ku biryara nexweşiyê dide ne girtîgeh e, nexweşxane ye.

Eger kesek li nexweşxaneyê rapora nexweşiyê hebe, divê li sûcê wî neyê nêrîn û tiştê pêwîst bê kirin.

Eger 2 nexweşxaneyan rapor dabin û hûn bêjin na em dê bibin nexweşxaneya ku em dixwazin, ew zilm e.

Ez rewşa girtîgehan baş dizanim.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî li 403 girtîgehan nêzîkî 400 hezar girtî hene.

Back to top button