Polîtîk

Rewşa Awarte ne çareserî ye

Rewşa Awarte, salên ku di meriyete de bû ji bo Bakurê Kurdistanê tê wateya şewitandin û wêrankirina bi hezaran gund û bajaran, koçkirina bi darê zorê ya bi sedhezaran kurdan û bi hezaran cînayetên ku kujêrên wan ne diyar e û hesap ji wan nayê pirsîn

  Hikumetâ ku bi wêrekî di pêşîlêgirtina hewldana darbeyê ya komeke serleşkerên di nav artêşê de tevgeriya; mixabin bi heman wêrekiyê ji bo ku darbekarî û mîlîtarîzm ji kokê ve bê rakirin, ji bo ku Tirkiye bê guhêrandin û pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane bê çareserkirin, tevnegeriya.Li gel hemû şiyariyên ji dil û can; hikûmeta AKPê xwe dispêre piştgiriya gel a ku piştî pêşîlêgirtina darbeyê zêdekir û di pêvajoya paqijkirina dewletê ji rêxistina paralel de hewl dide ku dengên dijberan jî bifetisîne, di şûna ku “ji xirabiyê qenciyê derxe”, gavên ku xirabiyê mayinde dike, davêje.Lijneya Wezîran, piştî civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî li hev civiya û biryar da ku ji bo 3 mehan Rewşa Awarte rabigihîne.Dê Rewşa Awarte, li Tirkiyeyê pergala ewlehiya gelemperî ya ku bi arîşe ye, (hevsengiya ewlehî – maf û azadiyê) bi aliyê ewlehiyê ve bi awayekî mayinde xera bike.Dê bi Rewşa Awarte maf û azadiyên bingehîn ji holê werin rakirin, dê azadiya raman û îfadeyê bi qerarnameyan bê astengkirin, erka Parlementoyê ya qanûnçêkirinê dê derbasî Lijneya Wezîran bibe. Bi gotineke dinê, dê bi Rewşa Awarte demokrasî û pergala demokrasiyê ji holê were rakirin.Rewşa Awarte, salên ku di meriyete de bû ji bo Bakurê Kurdistanê tê wateya şewitandin û wêrankirina bi hezaran gund û bajaran, koçkirina bi darê zorê ya bi sedhezaran kurdan û bi hezaran cînayetên ku kujêrên wan ne diyar e û hesap ji wan nayê pirsîn.Hikûmeta AKPê, karekî baş kiribû û ji ber van taybetiyên wê dawî li Rewşa Awarte anîbû lê mixabin careke dinê vegeriya û Rewşa Awarte ragihand. Ev yek rastiyekî nîşanî me dide ku heta li Tirkiyeyê guhartinên bingehîn ên demokratîk pêk neyên, pirsgirêka kurd li ser esasên wekheviyê û bi rê û rêbazên aştiyane neye çareserkirin dê xilasî ji vê aloziyê tunebe.Em bang li Hikûmeta AKPê dikin ku di şûna ragihandina Rewşa Awarte de, gavên ku welat ji vê aloziyê xilas bike, bavêje.Em bang li rêxistinên welatparêz dikin ku hevkariya nav xwe bi pêş bixin, dest bidin hêzên demokrasiyê û piştgirê guhêrînan û li dijî Rewşa Awarte û tevgerên bi vî rengî derkevin.Ji Rewşa Awarte re na!21ê Tîrmeha 2016anPartiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

Back to top button