Cîhan
Rewangeha Sûrî: Hejmara kuştiyên şerê Siwêdayê gihiştiyê 1265 kesan
Rewanageha Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de ragihand ku hejmara kuştiyan di şerê Siwêdayê de gihiştiye bêtirî 1250 kesî.
Rewangehê da zanîn ku, ji 13 Tîrmehê ve ta niha, 1265 kes di şerê Siwêdayê de hatine kuştin, di nav wan de gelek sivîl hene.
Raportê diyar kir ku tevî rêkeftina agirbestê li Siwêdayê, lê çekdarên êlan bi dronan bajarê Şehba bombebaran kir û 9 kes birîndar bûn û li bakur rojavayê parêzgehê her dem û demekê şer derdikeve.
Rewangeha Sûrî her weha banga avakirina komîteke lêkolînan ya serbixwe kir ji bo bicîkirina dadweriyê û qerebûkirina qurbaniyan.


