Nivîsar

Rêvebirî, xwedî li xwe derketandin û dîplomasî ev e

Rêzdar Nêçîrvan Barzaniyê ku di hemî kar û xebatên xwe de, di hemî dîplomasiya navdewletê de dixebite ku rojekê berî rojekê serxwebûna Kurdistanê ragihîne, her di nava hewldanan de ye.

Bûbê Eser

Carna mirov pêwîstî nabîne ku zêde binivîsîne. Loma li gel hin wêneyan û bi nivîseke kurt mirov dighêje armanca xwe. Mirov bi wan dixwazî mesaja xwe bide.

Lê hin caran jî weha dibe ku yên li hember te fêmkor in, fêmnakin, ji ber ku serê wan bi gelek gotin û meselokên vala hatine tije kirin. Lewra divê mirov ji bona kesên weha binivîsîne ku ew jî rastiyê fêm bikin.

Ji ber vê dibêjim: Heta ku kurd xwe nas nekin, rastiya xwe û miletê xwe nebînin. Heta ku fêm nekin ku yên ji bona wan û azadiya welatê wan, kî bi çi rê û olaxan kar dikin, ji hev dernexîne zehmte ku azadiya xwe û serxsebûna welatê xwe jî bibînin.

Aha binerin ev sed salin hemî Barzanî li gor rêbaza Barzaniyê nemir her ji bona azadiya gel û ji bona serxwebûna wî di nava şer û pevçûnan debû û deye. Bi saya wê tekoşîna dirêj, kurd li başûrê Kurdistanê kirine xwedî perçeyekî azad.

Li ser wî perçê azad, niha dîplomasiyeke navneteweyî didin da ku Kurdan bikin xwedî dewleteke serbixwe. Ji bona wê jî Barzaniyên tekoşêr, demokrat û azadî xwaz her di nava hewldanan dene. Firsetên dikevin destê wan ji bona gelê xwe bi kar tînin.

Rêzdar Nêçîrvan Barzaniyê ku di hemî kar û xebatên xwe de, di hemî dîplomasiya navdewletê de dixebite ku rojekê berî rojekê serxwebûna Kurdistanê ragihîne, her di nava hewldanan de ye.

Ji ber vê ye rêzdar ew firseta ku li Duha paytexta Qeterê ji bona yariyên fotbolê dibû, ji dest berneda û ji bona vê munasebetê çend rêvebir, serok û serokwezîran bibîne ew jî li wir bû. Bi çûyina xwe ya wir rêzdar bi hevalbend û rêberên cihanê re rûnişt. Dîplomasiyek ji bona kurdan meşand. Gelek hevdîtin, dan û stendinên hêja kir.

Ji bona wê divê Kurd jî bi hemî hêz û qawetên xwe, ji rêzdar re bibin alîkar da ku ew jî bi rehetî bikaribe li ser navê gelê xwe dîplomasiya navneteweyî li gor berjewendiya gel û bi armanca serxebûna Kurdistanê bidomîne.

Îro li vê cîhana em li ser dijîn, her tişt bi qawet û hêzê, bi zanîn û dîplomasiyê, bi bîrewiriyê tê meşandin. Divê em weke kurd şanazî bi vê bikin ku em îro xwedî serokkomarekî xwe ne ku ew bi wê zanîn û kanînê di qada navneteweyî de dîplomasiyeke Kurdistanî dimeşîne.

Em weke miletê kurd bi serokomarê başûrê Kurdistanê şanazin ku ew tu caran firseta dikeve dest, bernade û her wê ji bona gelê xwe bi kar tîne.

Çûyina rêzdar ya Qeterê, hevdîtinên wî ya li wir ku gelek serok, rêveberên welatan re rûnişt, dan û stendin kir. Van hevdîtinên weha hemî ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe ye.

Tenê dikarim bêjim: Mala te ava bî serokomarê başûrê Kurdistanê rêzdar Nêçîrvanê kurê Îdrîs Barzaniyê nemir. Canabê te ew perwerdahiya ku ji nemirê bavê xwe girtiye, pêk tîne. Her hevdîtineke te, her danûstendinek te ya navneteweyî, gav bi gav serxwebûna Kurdistanê nêzîk dike.

Ez weke rewşenbîrekî gelê xwe ê bakurê Kurdistanê spasiyek ji dil ji cenabê we re dikim ku hûn bi şev û rojên xwe bê westan dîplomasiya navneteweyî ji bona Kurdistaneke serbixwe dimeşînin.

Back to top button