Civak

Rêveberiya Perwerdeya Kerkûkê qedexeya li ser tîpên Kurdî rakir

Rêveberiya Perwerdeya Kerkûkê ji biryara xwe ya qedexekirina tîpên Kurdî yên li ser navên xwendekarên dibistanan, gav paş de avêt. Tevî ku li Iraqê zimanê Kurdî li gel Erebî zimanekî fermî ye jî, qedexeya li ser tîpên Kurdî ku dihat xwestin li ser dibistanên Kerkûkê bê sepandin, piştî bertekan hat paşxistin.

Rêveberiya Perwerdeya Kerkûkê biryara ku li şûna herfên Kurdî li ser navê xwendekarên tîpên Erebî bên bikaranîn betal kir.

Di nameya ku ji dibistanan re hatiye şandin de Midûriyeta Perwerdehiyê diyar kiriye ku piştî pêwendiya bi aliyên peywendîdar re, biryar hatiye dayîn ku bernameya projeya tomarkirina elektronîk bê nûkirin û herfên P, J, Ç, G, O, L, R, K, Ê bên zêdekirin.

Li gor agahiyan, Navenda Çavdêriya Perwerdeya Seretayî ya Rêveberiya Perwerdeya Parêzgeha Kerkûkê nameyek ji dibistanên seretayî yên bajêr re şandiye û tê de hatiye gotin ku di demek nêzîk de wê tomarên elektronî yên sala 2023-2024an bên vekirin.

Yek ji talîmatan ew bû ku di nivîsandina navên xwendekaran de tîpên P, J, Ç, G, O, L, R, K, Ê neyên bikaranîn. Hat ragihandin ku piştî nerazîbûna Kurdan ev biryar paş ve hatiye stendin.

Back to top button