NivîsarRojev

Rêveberên Xayîn û Dîrok

Rêber xwe wekî “kesekî bijartî” li jor gel bi cih dike; biryarên wî nayên pirsîn, têgehên wî nayên rexnekirin, stratejiyên wî wekî ku ew aîdî hişmendiyek îlahî ne têne pêşkêş kirin.

Anahita Dogan

Civak bi Têgehan Manîpulekirin

Xiyanet ne tenê qelsiyeke şexsî ye; ew amûra herî sofîstîke ya pergala kolonyalîst e.

Her berxwedaneke neteweyî neçar ma ku ne tenê bi dijminê derve, lê di heman demê de bi dirêjkirinên navxweyî yên wî dijminî re jî şer bike. Dîroka cîhanê tijî xalên tarî yên van kesayetên hevkar e ku ji bo tepisandina îradeya gel alîgirê emperyalîzmê ne.

Ji ber vê yekê em îro li ku ne? Quisling di hundurê me de kî ye? Li pişt kîjan maskeyan, ji bo kîjan berjewendiyan pêşeroja gelê me tê dizîn?

Li Norwêcê, Vidkun Quisling bi hêzên dagirker ên Nazî re peymanek çêkir û têkoşîna Norwêcê ya ji bo serxwebûnê ji hundur ve sabote kir. Wî qebûl kir ku bibe nûnerê siyasî yê dagirker û rêberiya hikûmetek kir ku û berê çekan da gelê xwe. Navê wî îro bi xwe bûye peyva “xayîn”.

Ev nav di neynika tarî ya dîrokê de çi tînin bîra me? Ma em ê destûrê  kesayetên mîna wan ku hêviya gelême bidizin?

Li Fransayê, Marşal Pétain berxwedana gelê xwe ya  ji bo azadiyê ji bo  dagirkeriya faşîst tepisand. Wî bi avakirina Hikûmeta Vichy xiyanet li gelê xwe kir; wî hewl da ku neteweya Fransî li himber rêveberiyek kolonyal a di bin siya Hitler de bişkîne. Wî teslîmbûn organîze kir, ne berxwedan; wî hevkariya bi dijmin re wekî “aqilmendiya dewletê” pêşkêş kir.

Navê berxwedanê bi teslîmbûnê çawa diguhere? Ma dengê gel dikare were qutkirin?

Li Çînê, Wang Jingwei berxwedana gel li dijî dagirkeriya emperyalîzma Japonî terikand û bû serokê rejîmek kukla. Wî teslîmbûna Çînê di bin navê aştiyê de rêve bir; wî qanûn çêkir û rêzikname ava kir ne ji bo gelê xwe lê ji bo dagirkeran.

Em di dîroka gelê xwe de çi ji van serpêhatiyan fam dikin? Divê em ji kîjan xetê derbas nekin?

Di Şerê Serxwebûna Amerîkî de, Benedict Arnold bi girtina sozên hêza emperyal, xiyanet li gelê xwe yê şoreşger kir. Wî pêvajoya avakirina neteweyê ji bo armancên xwe yên kesane sabote kir. Navê wî di dîroka Amerîkî de sembola herî zelal a dijminatiya li hember gel e.

Generalê Sovyetê Andrey Vlasov, piştî ku ji aliyê Naziyan ve hat girtin, qebûl kir ku li dijî gelê xwe şer bike. Wî çek li himber berxwedana Sovyetê bi karanî; wî devjêberdana îdeolojîk û xwesteka rizgariya kesane veguherand amûrek xiyanetê.

Dîrok ne tenê kî herî bihêz e, lê di heman demê de kî rûmeta xwe difiroşe jî bi mûreka neqişkirî dinivîse. Ma em ê vê tomarê biguherînin, an em ê teslîmbûn û jibîrkirinê tercîh bikin?

Taybetmendiya hevpar a van kesan ne tenê ew e ku wan bi dagirkeran re hevkarî kiriye, lê ew îdîa kirine ku ev hevkarî li ser navê gelê xwe kirine. Lêbelê, dîrokê nîşan daye ku tu teslîmbûn azadiyê nayne; tu hevkar nikare gelê xwe temsîl bike. Ev nav di heman cîhî de di bîra gel de têne bîranîn: Yên ku rûmeta neteweyî difiroşin li ber dîrokê tawanbarin.

Di vê çarçoveyê de, Harkî yek ji rûyên navxweyî yên kolonyalîzmê bûn. Di têkoşîna Cezayîrê ya ji bo serxwebûnê li dijî îstîsmara Fransî de, Harkîyan bi piştgiriya Fransayê xiyanet li gelê xwe kirin.

Dema ku Cezayîr hat rizgarkirin, gel ew efû nekirin; piraniya wan nehiştin ku bikevin welêt. Fransayê ev hevkar xelat nekirin. Berevajî vê, wan wekî amûrek “yekcarî” didît.

Îro, Harkî û zarokên wan li herêmên herî marjînalîzekirî yên Fransayê, li qiraxên derdoran, di jiyanek bê aîdiyet, rûmet û nasname de asê mane. Di rabirdûya wan de rûmet tune, di pêşeroja wan de hêvî tuneye.

Em ê di civaka xwe de ji kê re hişyar bin ku jê re nebêjin “Harkî” ?

Ji ber ku bîra kolektîf a gel ne mîna jibîrkirina takekesî ye; ew bi hestek edaleta dîrokî dixebite. Ew tomar dike, heta di asteke nehişmend de jî, kî li ber xwe da, kî teslîm bû, kî firot an bêdeng ma.

Hegemoniya Têgehan û Manîpulasyona Civakî

Ev rêber stratejiyekî dişopînin ku dikare bi têgeha “hegemoniyê” ya Antonio Gramsci were ravekirin: hilberîna razîbûnê. Îxanet êdî bi zorê nayê kirin, lê bi manîpulekirina razîbûna civakê tê kirin.

Rêber xwe wekî “kesekî bijartî” li jor gel bi cih dike; biryarên wî nayên pirsîn, têgehên wî nayên rexnekirin, stratejiyên wî wekî ku ew aîdî hişmendiyek îlahî ne têne pêşkêş kirin.

Her çiqas Nietzsche kesayetiyek bû ku, Übermensch rizgar bike jî, ev Übermensch-a sexte gel ber bi şova xwe ya entelektueliya sexte ve bir.

Serxwebûn ji bo “çareseriyek aştiyane”tê ji bîrkirin; têkoşîna neteweyî ji  bo “veguherînek demokratîk” tê kêmkirin; xwesteka dewletbûnê tê kêmkirin bo sloganên nakok ên wekî “neteweya bêdewlet”.

Ev wêrankirinek sosyolojîk e: valakirina têgehan hişmendiya kolektîf, bîra dîrokî û asoyên azadiyê yên gel ji holê radike.

Ji ber vê yekê, gelo em ji van lîstikan haydar in? An jî em qefesa xwe ava dikin?

Ev manîpulasyon di civakên ku di bin şert û mercên kolonyal de bê perwerde mane de bi bandortir e. Nebûna sîstematîk a perwerdehiyê bi jibîrkirina dîrok, ziman û çandê re têkel dibe; gel difikire ku têgehên “nû” yên pêşkêşkirî reçeteyek ji bo rizgariyê ne.

Polîtîkayên dewleta Tirk li hember gelê Kurd mînakek eşkere ya vê manîpulasyona sosyolojîk in.

Asîmilasyon ne tenê bi rêya zordariya fîzîkî lê di heman demê de bi rêya gotara “Tirkiyetiyê” jî tê kirin, bi hewldana entegrekirina nasnameya Kurd di nav Tirkîzmê de.

Frantz Fanonku  ji vê pêvajoyêre dibêje  “navxweyîkirina avahiya kolonyal”, enerjiya berxwedanê ya gel ji hêla aktorên ku di bingeh de xizmeta pergala kolonyal dikin lê xuya dikin ku ji nav gel derketine ve tê rêve kirin.

Rêbazên wekî madeyên hişber, manîpulekirina medyayê û kesayetên “qurbanî” yên leşkerî enerjiya gel dimijin. Li şûna hişmendiyê, dilsoziya bi rêber re tê pesinandin; li şûna ramana rexnegir, dogma li pêş e.

Em îro ji bo azadî û hişmendiya rastîn çi dikin? Ma em ê bêdeng û bêhiş bimînin?

Çandeke Xiyanetê, Tawanbarkirin û Paqijkirin

Ev ferman kesayetên neteweperest ên ku li dijî wê derdikevin wekî “xayîn” bi nav dike. Yên ku ji bo serxwebûn û azadiyê têdikoşin bi xiyanet, reaksiyonparêzî an terorîzmê têne tawanbar kirin.

Ev mekanîzmayek kontrola sosyolojîk e: parastina hegemonyaya rêberên sexte bi reşkirina berxwedana rastîn.

Hîn bêtir diçin, ev kesayet bi fîzîkî an sembolîk têne paqij kirin. Darvekirinên navxweyî, lînçên psîkolojîk an kampanyayên bêrûmetkirinê mayîndehiya vê fermanê misoger dikin.

Bi awayekî ecêb, ev kesayetên neteweperest ên ku tên paqijkirin, dû re wekî “qehremanên ku bedel dane” têne binavkirin; têkoşîna wan ji bo xurtkirina rewatiya rêza xiyanetkar tê bikar anîn.

Ev çerxa trajîk dikare bi têgeha “tundûtûjiya sembolîk” a Pierre Bourdieu were ravekirin: Civak dîsa bi êşa qehremanên xwe tê manîpulekirin.

Ma em ê qehremanên rastîn ên di dîroka xwe de nas bikin û hembêz bikin? An em ê hilbijêrin ku bibin koleyên lîstika qehremanên sexte?

Dema ku em xwendinên xwe yên dîrokê kûrtir dikin, em di heman demê de zelaltir fêm dikin ka xiyanet çi ye.

Dîrok wan kesan pesnê wan dide ku ji bo serxwebûn û azadiyê bedel dane, ne wan kesên ku xiyanet kirine.

Divê neteweya Kurd vê dîrokê bi nasnameya xwe û îradeya xwe ya civakî binivîse – û ew ê binivîse.

Têbinî: Ev nivîs li ser hesabê Xê ya nivîskar bi zimanê tirkî hatiye weşandin ji bo naverok û giringîya vê nivîsê ji aliyê Rojevakurd ve hatiye wergerandin..

Back to top button