CivakRojev

Rêvaz Faîk: Tiştek ji berjewendîyên gelê Kurdistanê mezintir nîne

 

Seroka Meclîsa Rêveberîya Herêma Kurdistanê Rêvaz Faîk, daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de anî zimên ku ji bo lihevkirinekê divê partîyên siyasî ji daxwazên xwe tawîzan bidin. 

Rêvaz Faîk, berî ku civîna Parlamentoya Herêma Kurdistanê bê lidarxistin, bersiv da pirsên rojnamevanan. 

Faîk, anî zimên ku ew hêvîdar in di civîna parlamentoyê de li ser çend xalên mayî yên yasaya hilbijartinê bigihêjin rêkeftinekê û got: “Divê hemû alî kar bikin da ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin, ji ber ku tu tişt ji berjewendiyên gelê Kurdistanê mezintir nîne”.

 Rêvaz Faîk diyar kir ku ji bo lihevkirinê divê hemû alîyên siyasî amade bin ku ji daxwazên xwe tawîzan bidin.

 

Back to top button