Cîhan

Reuters: Serokê DAIŞê Qureşî hat kuştin

Reutersê ragihand ku serokê DAIŞê Qureşî hatiye kuştin. Li gorî nûçeyê, berdevkê DAIŞê di peyameke dengî de li ser Telegramê kuştina Qureşî ragihandiye.

Li gor nûçeya ajansa Reutersê, berdevkê DAIŞê di peyameke dengî de ku li ser Telegramê belav kiriye, ragihand ku di şer û pevçûnan de serkirdeyê DAIŞê Ebû Hesen Haşimî Qureyşî hatiye kuştin. Hat diyarkirin ku Ebû el-Huseyn el-Huseyni el-Qureyşî wek serokê nû yê rêxistinê hatibû hilbijartin.

Hatibû îdiakirin ku, serokê DAÎŞê Qureyşî  Gulana burî li Tirkiye hatibvû girtin Ajansa nûçeyan a Fransî AFP ev nûçeya xwe bi devê rayadarekî bilind ê Tirkiye ragihandibû. Lê belê, îdia ji çavkaniyên fermî nehatibû piştrast kirin.

Serokê berê yê DAIŞê Ebû Îbrahîm el-Haşimî el-Qureyşî di operasyoneke taybet de ku di destpêka vê salê de ji aliyê Amerîka ve li Idlibê pêk hatibû kuştin. Dewsa wî de  hat kuştin. Dewsa wî de Ebû el-Huseyn el-Huseyni el-Qureyşî bibû serokê DAÎŞê.

Back to top button